Kesên ku li Wanê hatin binçavkirin li Emniyetê tên girin 2018-06-18 12:27:11   WAN - Du kesên li Wanê hatin binçavkirin li emniyetê tên rawestandin.   Du serê sibehê bi ser mala xebatkarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ku xebatên hilbijartinê dikirin de hat girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Hat aşerakirin ku kesên hatine binçavkirin hejmara wan 16 ye. Ji kesên ku birin Muduriyeta Emniyetê ya Wanê navê çar kesn aşkera bûn. Kesên ku navê wan hat aşkerakirin ev in; Delethan Aslan, Evîn Ozgur, Saîme Ekîncî û Mevlude Azan e.   Li gorî agahiyên ku ji parêzerên kesên hatin binçavkirin hatin girtin, hat diyarkirin ku binçavkirin li ser îxbarê hatiye kirin û îfadeya kesên hatin binçavkirin jî nehatiye girtin.   Herwiha binavkirinan li Wanê îro jî berdewam kir.