Li Êlihê kursiya jinan hat danîn 2018-06-18 11:34:03   ÊLIH - Li Êlihê jinên ku di nav wan de namzedên HDP'ê jî hebûn, derketin kursiyê û pirsgirêkên ku tên jiyîn anîn ziman û bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de namzedên xwe û gel li Lokala Navendê anîn cem hev. Di şahiya ku hat kirin de, di serî de axafitna Namzedê Serokomariyê Selahatîn Demîrtaş ku li girtîgehê kir hat temaşekirin. Piştî axafitnê girseyê bi dirûşmên "Serok Selo" axaftin li ser piyan û bi çepikan pêşwazî kir.   Şahî bi sînevîzyoneke li ser dîroka jinê hat berdewam kirin.   Piştre jî kursiya jinê hat danîn. Di serî de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan derket kursiyê û got ku tirkiye bi êîrîşên li ser Qandîlê kurdan tehdît dike û Tirkiye bi van êrîşan re sûcekî navneteweyî dike.   Ayşe êrîşa AKP'ê ya li Pirsûsa Rihayê ku  pêk anî û di encamê de 4 kesî jiyana xwe ji dest da jî şermezar kir û  got ku heta kujer bên dîtin ew ê dozê bişopînin. Ayşe bal kişan de ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah  Ocalan jî û wiha got: "Şertê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e."    Piştre Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Bajaran, derket kursiyê û anî ziman ku dadgeh bi hişmendiya li dijî jinan tevdigerin û wiha berdewam kir: "Bi qeyûmên ku tayîn kirin li Kurdistanê polîtîkayên qirêj xistin dewrê. Bi HDP'ê re cara yekê li meclisê jin bûn xwedî gotin. Hevserokên HDP'ê avêtin girtîgehê.  Ev jî nîşan dide ku ji jinan ditirsin û dixwazin ku jinan bikin kole. Lê em ê dest ji têkoşîna xwe ya li dijî vê hişmendiya baviksalar bernedin.   Kursiya jinan bi axafitnên jinan berdewam kir.