Li Stenbolê deh hezar herikîn qada mîtîngê 2018-06-17 17:42:10   STENBOL - Li Stembolê bi deh hezaran kes ji bo mîtînga HDP'ê ya ku bi dirûşma "Em ji bo cîhaneke bê şer û mêtingerî tên gel hev"  bibin herikîn qada mîtîngê ya li Bazara Gel a Bakirkoyê. Kesên ku guh nedan barîna baranê li ber dirûşman govend gerandin.   Ji bo Mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi dirûşma "Em ji bo cîhaneke bê şer û mêtingerî tên gel hev" tê lidarxistin bi deh hezaran kes li qada mîtîngê ku li Bazara Gel a Bakirkoyê ye kom bûn. Li gel barîna baranê bi deh hezaran kes bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Selo re Azadî" , "Maf hiqûq Edalet wê bi HDP'ê bê"  diherikin qada mîtîngê.   Welatiyên ku herikîn qada mîtîngê bi alên HDP'ê ku girtin destên xwe li gel barîna baranê govend gerandin. Hemû namzedên HDP2ê yên sptenbolê di mîtîngê de amade bin. Axaftina mîtîngê wê ji aliyê Hevseroka HDP'ê pervîn Buldan û Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turkve bê kirin. Herwiha  wê axafitna  namzedê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş jî zindî bê weşandin.