HDP’ê li Pasûr û Lîcê miting li dar xist 2018-06-17 16:56:45   AMED - Namzetên HDP’ê yên Amedê li Pasûr û Lîcê bi gel re hatin cem hev. Mîtîngên ku li navçeyan hatin li dar xistin bi coşeke mezin hatin destpêkirin û heta dawiyê vê coşê berdewam kir.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de, li navçeyên Pasûr û Lîcê yên Amedê mîtîng li dar xistin. Namzetên HDP’ê yên Amedê Musa Farîsogllu, Remziye Tosun, Semra Guzel, Îmam Taşçier, rêveber û endamên HDP-DBP û gelek kes beşdarî her du mitîngên navçeyan bûn.     Welatiyên Pasûrê berî biçin qada mitîngê, heyeta HDP’ê bi konvoyekê di li keketina navçeyê bi coşek mezin pêşwazî kirin. Heyet beriya bigihîje qada mîtîngê ji aliyê welatiyên li malên xwe jî bi coş hat pêşwazîkirin  û welatî derketin pacan û şaneşînan û  û bi nîşaneya serkeftinê HDP’î silav kirin.   piştre heyet bi gel re hat cem hev û govend gerand. Di gerandina govendê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.   'Wê azadî û aştî bi ser keve'   Di serî de Hevserokê DBP’yê Amedê Îbrahîm Çîçek axivî. Îbrahim  gel slav kir û got ku ji Amedê wê 12 parlementeran bişînin Enqereyê û wiha got: “Pirsgirêka me ya bendavê tüne ye. Lê belê AKP-MHP'ya faşît dixwazin me dibin bendavê de bihêlin. Lê  bila ew baş bizanibin ku li pişt me gelê kurd heye û ew ê  bi ser nesernekevin. Di 24’ê Hezîranê de wê AKP-MHP'a faşîst tê biçin û em ê bi ser kevin. Wê azadî û aştî bi ser keve.”   'Em ê tifaqa gel nîşanî wan bidin'   Piştre Namzetê HDP’ê yê Amedê  Musa Farîsoglu axaftin kir. Musa, bi lêv kir ku di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û wiha berdewam kir: “Em ê di ‘ê Hezîranê de hemû mil bidin hev û em ê tîfaqa gel nîşanî wan bidin. Em ê dîrokê ji nû ve binivîsînin. Ger ku em dîrokê ji nû ve binivîsin gelek deriyan jî em ê vebikin. Di serî de jî deriyê Îmraliyê em ê vekin  û Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rizgar bikin. Her wiha em ê hemû girtiyên siyasî bigihînin azadiya wan. AKP dixwaze ku gelê kurd parçe bike û tune bike. Lê belê em ê bersiva vî tiştî di 24’ê Hezîranê de bidin. Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin ku pirsgirêka me ya bendavê tune ye.  Lê ew gel dixapînin û diziye dikin. Xwesteka me ew e ku roja hilbijartinê gelê me  xwedî li sindoqan derkeve. Pêwîst e em biçin dengê xwe bi kar bînin û heta hejmara dengan diqede li wir bin. Bila dost û dijminê me baş bizanibin ku em ê bi ser kevin.”   'Em ê di 24'ê Hezîranê de hesap bipirsin'   Piştre heyeta HDP’ê ber bi Lîcê ve derket rê. Heyet li wir jî bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Heyeta HDP’e heta ku gihişt qada mitîngê bi nîşana serkeftinê û çepikan ji aliyê gel ve hat pêşwazîkirin. Li wir jî di serî de Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn axaftin kir. Fîlîzê diyar kir ku têkoşîna Lîcê tim berdewam kiriye û wiha bi lêv kir: “We  li Lîcê, Nusaybîn, Cîzre û Silopî gelek tişt dît. Em bi têkoşîna gelê xwe bawer in. Em ê li Amedê 12 parlementeran derbixin. Gelê Amede tu tiştî ji bîr nak û wê ji bîr neke jî. Em ê hesabê vê di 24’ê Hezîranê de bipirsin. Em ê tecrîda Îmraliyê bişkînin û girtiyên xwe bigihînin azadiya wan.”   Pêvajo qedandin û tecrîd giran kirin     Piştre Namzeta HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun axivî. Remziye, da zanîn ku  16 sal in îktîdara AKP’ê heye û  di sê salên dawiyê de konseptên şer rêve dibe û got ku bi vî awayî dixwazin kurdan tune bikin. Remziye, ev tişt got: “Abdullah Ocalan pêvajoya müzakereye dabû destpêkirin. lê belê îktîdara AKP’ê pêvajoya muzekereyê qedand û tecrîda li ser Abdullah Ocalan giran kir. ve gel tecrîda li ser gelê xwe ji bîr neke. Kurdan zîhniyeta DAÎŞ'ê ya ku li Sur, Cizîr û Nusaybînê bedena mirovan şewitan ji bîr nekir. Cenazeyê Dayika Taybet ku bi rojan li erde ma ji bî rnekir. Me Cemîle, Ceylan, Pakîze, Fatma, Asya û bi sedan jinên berxwedêr ji  bîr nekir. Faşîzma AKP’ê  xwîn tevli xebatên hilbijartinê kir. Lê em ji bo ku vê asteng bikin em ê bersivê bidin vê komkujiyê. Bila di 24'ê hezîranê de her kes dest bide serwicdanê xwe û dengê xwe bi kar bîne.”   Dema ku namzed diaxivîn de ge tim dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namimrin”, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.   Di mîtîngan de bang li gel hat kirin ku tevli mîtnga mezin a HDP'ê ku wê li Amedê bê lidarixistin bibin.