Li Wanê gelek kesên ku xebatên hilbijartinê dikırın hatin binçavkirin 2018-06-17 10:41:10   WAN -Gelek kesên ku li wanê xebatên hilbijatinê dikirin di ecama serdegirtina malan de hatin binçavkirin.   Li Wanê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku xebatên hilbijartinê berdewam dike ji aliyê polîsna ve bi ser mala gelek xebatkarên wê de hat  girtin. Li Artemêtê li taxa Valî Mîthat û Suphanê  di serdegirtinên malan ku hatin kirin de hat diyarkirin ku gelek kes hatine binçavkirin. Herwiha hat aşkerakirin ku di encama serdegirtinê de li malan zerara madî jî hatiye kirin.   Derbarê hejmara kesên hatin binçavkirin de agahî nehat girtin.