Jinên ciwan wê di maça voleybolê de bên pêşberî hev 2018-06-17 10:39:51   Hîlal Rizgar   MEXMÛR- Turnovaya ciwanan a voleybolê bi tura duyem berdewam dike. Wê du tîmên jinên ciwan di vê turê de bên pêşberî hev Kaptana tîma TJCM'ê Hilbîn Kilîm got: "Em jinên ciwan em ê hêza xwe di qada sporê de jî nîşan bidin."   Turnuvaya voleybolê ya di bin sêwana Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) ê de li ser navê Şehîd Ferhat Goyî û Şehîd Nûpelda Amed ên di berxwedana Rojava de şehîd bibûn hatibû destpêkirin bi tura duyemîn berdewam dikera. Dê jinên ciwan ên Saziya Ciwanan û jinên ciwan ên Tevgera Çand û Hunera Mexmûrê bên pêşberî hev. Kaptana Tîma Jinên Ciwan a Saziya Tevgera Jinên Ciwan Hilbîn Kilîm  derbarê maça wê saet di 06'an de bê lidarxistin de nirxandin kir.    Hilbîn diyar kir ku wan xwestiye weke jinên ciwan serkeftinên xwe ya di qada sporê de bidin nîşandan û wiha domand: "Em û jinên ciwan ên navenda çandê em ê bên pêşberî hev. Aramca me ew e ku em bala jinan bikişînin ser sporê. Ji ber spor ne tenê ya mêran e, em jin jî dikarin xwe tê de pêşbixin û li wê qadê jî hêza xwe nîşan bidin."