Dengê Leyla Guven li her kolan û li her taxê olan dide: AKP li Colemêrgê wê dîsa têk biçe 2018-06-17 09:06:39   Zeynep Durgut   COLEMÊRG - Namzeta rêza yekem a Colemêrgê ya HDP’ê Leyla Guven e. Ji jinên li wir ji bo Leylayê xebatên hilbijartinê dimeşînin Hacer Ozdemîr daxuyakirin ku di vê pêvajoyê de jin bi zanebûn hedef tên girtin û got ji ber armanca wan siyasetek bê jin in û got li Colemêrgê jin bi biryar in û di 24’ê Hezîranê de wê AKP dîsa li Colemêrgê têk biçe.   Ji 3 parlamenterên Colemêrgê yên dema 26’emîn hîna jî du heb di girtîgehê de ne. Her wiha nameta rêza yekemîn a HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven jî  li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye. Leyla Guven ji ber girtina xwe nikare tevlî xebatan bibe û jinên li ser navê wê xebatan dimeşînin jî bi şev û roj dixebitin. Di vê çarçoveyê de jî Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê jî hefteyekê li wir piştgirî dan xebatan.   Cîgira Hevseroka DBP’ê  Hacer Ozdemîr bi lêv kir ku hilbijartin derfet e û got 24’ê hezîranê bi zanebûn hatiye plankirin û tercihkirin û wiha got: " Parlamenter, hevşaredarên me hatin girtin. Qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Gelek rêveberên me hatin girtin. Hevserokên me hatin girtin. Ev hilbijartin ji bo gelan derfetek e. Divê pergala yekperest bi vê hilbijartinê têk biçe."   ‘OHAL bi taybet ji bo HDP û DBP’ê derbasdar e’   Hacerê destnîşan kir ku ev demek dirêj e ji ber OHAL’ê xebatên hilbijartinê jî rastî astengiyan hatine û got hemû çalakî, bername û civîn di bin navê OHAL’ê de hatine qedexekirin. Hacerê da zanîn ku bi taybet OHAL ji bo HDP û DBP’ê derbasdar e.   ‘Em hewl didin dengê Leylayê bidin bihîstin’   Hacerê di berdewamiya axaftina xwe de got ew hatiye Colemêrgê û li ser navê Leyla Guven xebatan dimeşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê pêvajoyê de herî zêde jin hedef hatine girtin. Jin her roj hatin binçavkirin û girtin. Armanca wan siyasetek bê jin bû. Em di xebatên xwe de dibînin ku wê gel bersivê bide zîhniyeta ku îradeya wan girtiye. Gel wê di 24’ê Hezîranê de peyama pêwist bide. Em gund bi gund tax bi tax digerin û hewl didin dengê Leylayê bidin bihîstin. Jinên Colemêrgê bi biryar in. Li her derê em bi coşek mezin tên pêşwazîkirin. 24’ê Hezîranê wê wek cejna rizgariya gel di dîrokê de bê nivîsandin.”