Çirûskek agirê ji hêviya serîhildanê Sema Yuce 2018-06-17 09:01:19   KOBANÊ - Sema Yuce di 17'ê Hezîrana 1998'an de li dijî zext, zordestî û neheqiyan serî hildide û di 21'ê Adara 1998'an de çalakiya fedaî pêk tîne û li zindanê bedena xwe dide ber agir. Bi munasebeta salvegera şehadeta Sema Yuce Endama Rêveberiya Kongreya Star Arjîn Firat diyar kir ku Sema Yuce mînakek giranbiha ya têkoşîna doza azadiyê ye û got ku ew ji bo gelê Kurd sembol û nirxek pîroz e.    Sema Yuce di 17'ê Hezîrana 1998'an de li dijî zext, zordestî û neheqiyan serî hildide û di 21'ê Adara 1998'an de çalakiya fedaî pêk tîne û li zindanê bedena xwe dide ber agir. Sema Yuce berî ku çalakiya fedaî pêk bîne peyamekê dide gelê Kurd û dibêje:"Jina Kurd a ji ronahiya agirê azadiyê wê tevna serxwebûna Kurdistanê bihone."    Endama Rêveberiya Kongreya Star Arjîn Firat anî ziman ku Sema Yuce di zindanê de bi çalakiya xwe ya fedaî di heman demê de li dijî zihniyeta ku keda jinê tune dihesibîne sekiniye.    'Jinên Kurd serhildêr e'   Arjînê bi lêv kir ku jinên Kurd di her qada jiyanê de li dijî faşîzm û desthilatdaran serkeftin û destkeftiyên mezin bi dest xistiye û got yek mînaka lehengên jinên Kurd jê Sema Yuce ye û got:"Jinên Kurd serhildêr in. Tu carî bejna xwe li ber dijmin netewand û ew ê netewîne. Semayê jî li zindanê tevî hemû zext û zilmê serî hilda. Ev bû mînaka berxewdanê. Semayê ji bo jiyanek azad û serbixwe bedena xwe da ber agir. Bi çîrûska agirê wê gelê Kurd bi hêztir bû. Jinên Kurd serhildêr in û wê her serhildêr bimînin."   'Gelek malbatan navê zarokên xwe kirin Sema'   Arjînê da zanîn ku gelek malbat di bin bandora têkoşîna Sema Yuce de mane û navê Sema li zarokên xwe kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Semayê her dem ji bo doza xwe û jiyanek wekhev di xêza têkoşîna Rêber Apo de xwe her dem wekî tîrêjên rojê nû kir, tu carî dev ji tevgera têkoşîna xwe berneda. Gelê Kurd jî ji wê feyz girt û niha bi milyonan Sema wekî çirûskek agir ji hêviya serîhildanê berxwe didin."