Heyeta HDP'ê çû Pirsûsê: Em ê van lîstikana vala derxin 2018-06-16 12:38:08   RIHA - Heyeta ku ji hevserokên partiyan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî pêk dihatin ji bo sersaxiya malbata Şenyaşar hatin navçeya Pirsûsê. Heyeta HDP'ê diyar kir ku ew ê lîstikên ku tên lîstin vala derxînin.    Heyeta ku ji hevserokên partiyan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî pêk dihatin ji bo sersaxiya malbata Şenyaşar hatin navçeya Pirsûsê. Heyetê li buroya hilbiijartinê HDP'ê ya Sûrûcê têkildarî êrîşa çekdarî ya zilamên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ku di 14'ê Hezîranê de ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştin daxuyanî da. Di civîna çapemeniyê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgit, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê, namzetên HDP'ê yên Rihayê û gelek kesên din amade bûn.   Di civînê de ewil Namzetê HDP'ê yê Rihayê Nîmetûllah Erdogmuş axivî û wiha got: "Ji dorpêça goristanê ya bi maşîneyên zirxî û rengê êrîşê diyar e ku ev lîstik  bi plan e. Ev bûyer bi Rihayê ne bi sînordar e."    'Em jiyana mirovan di ser her tiştî re digirin'   Hevberdevka HDK'ê û Namzeta HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit jî axivî û wiha got: Yên serkeftina 7'ê Hezîranê hezim nekirin li Pirsûsê di 20'ê Tîrmehê de 33 ciwan kuştin. Piştre ji ber pêdivî bi lêpirsîna hewce nedîtin, li Enqereyê komkujî pêk hat. Îro dîsa beriya hilbijartinê xwîn tev li hilbijartinê kirin. Me ev fîlm berê dîtibû. Yên ku serî li vê rêbazan didin, dizanin têk çûne. Em gel û partî destûrê nadin vê yekê. Em jiyana mirovan di ser her tiştî re digirin. Em jiyana mirovan di ser dengan re digirin. Lê yên dengan di ser jiyanê re digirin serî li rêbazên kuştin, gef û aloziyê didin. Divê gelê me li dijî van provokasyonan sersar tevbigerin û destûrê nedin van lîstikên îktîdarê. Em beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê bi hev re, rê li pêş vê yekê bigirin. Em êşa xwe bavêjin hundirê xwe. Çi dibe bila bibe ji bo bûyerên wisa zêde nebin em êşa xwe di hundirê xwe de bijîn. Ji hemû malbat û xizmên wan re em sersaxî û birîndaran re şifa dixwazin. Em ê van rojan derbas bikin. Em ê tu carî vê êşê ji bîr nekin."