'Em dev ji têkoşîna xwe bernadin' 2018-06-16 09:02:49   Dîlber Mihemed   SERÊKANIYÊ - Endamên Kongreya Star a bajarê Serêkaniyê yê Kantona Hesekê bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê ku her diçe zêde dibe, dan û gotin:"Em ê li dijî zordestiya dewleta tirk têkoşîna xwe bidomînin. Em dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê li ber xwe bidin."   Endamên Kongreya Star a bajarê Serêkaniyê yê Kantona Hesekê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê de gotin ku ew dev ji axa xwe bernadin û divê helwesta rêxistinên navneteweyî ya li dijî dewleta tirk zelal bibe.    Nûre Nezîr wiha got:"Erdogan dibêje em êrîşî teroristan dike, lê hemû cîhan dizane ku terorîstê mezin ew e. Divê Erdogan êdî biçe. Divê ev pergala yekzilam bê guhertin. Tu mafê kesî tuneye ku li ser axa me êrîşî me û zarokên me bikin. Dê hesabê vê yekê bidin."   'Em hêza xwe ji şoreşa jinên Kurd digirin'   Her wiha Mûna Yusif jî diyar kir ku ew wekî pêkhateya Ereb hêza xwe ji şoreşa jinên Kurd digire û got:"Erdogan bi hemû rêbazên xwe yên hovane êrişî gelê Efrînê kir û bi hezaran gelê Efrînê mexdûr kir. Di encama êrîşên li ser Efrînê de gelek kes ji aliyê zihniyeta yekperest û dijminê Kurdan hatin qetilkirin. Ev êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê hîn didome. Em vê yekê wekî pêkhateyên Ereb bi zimanekî tund şermezar dikin û em dibêjin em ê nehêlin ku bi ser bikevin. Em wekî pêkhateyên Ereb ên jin hêza xwe ji Avesta Xabur, Barîn Kobanê, Arîn Mîrkan digirin û em dibêjin em jî îradeya xwe teslîmî dagirker û faşîstan nakin. Em dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa xwe naxwazin û em bang li hemû hêzên naveteweyî dikin ku helwesta xwe ya li dijî pêkanîn dewleta tirk zelal bikin û dawî li bêdengiya xwe bînin."