ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-16 09:00:00   *Endama Desteya Turîzmê û Parastina Şûnwaran a Hesekê Rena Esead bal kişand ser çand, huner, ziman û dîroka Gelê Kurd û êrîşên li ser nirxên pîroz û got:" Divê ji bo nasname û têkoşînek mayinde em xwedî li nirxên xwe yên giranbiha derkevin. Çimkî parastina çand û dîrokê parastina hafizaya civakî ye." DÎMEN HEYE   *Endamên Kongreya Star a bajarê Serêkaniyê yê Kantona Hesekê bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê ku her diçe zêde dibe, dan û gotin:"Em ê li dijî zordestiya dewleta tirk têkoşîna xwe bidomînin. Em dev ji têkoşîna xwe bernadin û em ê li ber xwe bidin." DÎMEN HEYE   *Ji Pêkhateyên Platforma Hilbijartinên Adîlane KESK’ê Elîf Çuhadar diyar kir ku YSK ji ser Memursen a nêzî hikûmetê li lijneyên sindoqan peywirdarkirinê dike û wiha got: “Baweriya bi Ajansa Anadoluyê diyar e. Di vî alî de  gelek komên çapemeniya alternatîf ji bo encaman teyîd bikin dikarin bi navenda me re bikevin têkiliyê. DÎMEN HEYE   *Bedîa Çakar a li Omeriyê ji aliyê cerdevan Kazim Oskan ve hat qetilkirin, derket holê ku berê jî ji ber şîdet û tehdîtan serî li Serdozgeriya Komarê daye û gelek caran serlêdana sûc kiriye.   * Serpîl Kemalbay diyar kir ku êrîşên li hemberî Qendîlê, planên A,B,C yên Erdogan û gotinên çavtirsandinê wê di 24’ê Hezîranê de vala derkevin û wiha got: “Di heman avê de cara duyem mirov nikarin xwe bişon. Gel pêngavekê li pêş siyastmedaran e û tiştê ku dixwaze jî baş dizane.” DÎMEN HEYE   *Akademîsyen Zelîha Burcu Acar diyar kir ku ji bo li Tirkiyeyê çep hêza xwe winda nekin divê HDP biçe meclîsê û wiha pê de çû: “Siyaseta Tirk bi polîtîkayên netewperest, şovenîzm û faşîst Kurd dîsa înkar kiriye û ev înkar jî di dîroka Kurdan de wek şermê maye.”DÎMEN HEYE   *Mîhrîban Denîz Nar ku yek ji namzetên Stenbolê ye got ji ber wê pergala AKP’ê hilweşînin, zext û provakasyon jî zêde bûne û got: “Bi êrîşan dixwazin me bitirsînin. Berpirsê hawira şîdetê AKP ye.”   * Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî derbarê mîtînga HDP’ê ya Amedê de axivî û got: “Hebûna jinan û ciwanan a li qadan mifteya deriyê aştî û demokrasiyê ye. 20’ê Hezîranê roja mifteya 24’ê Hezîranê ye. Werin em bi hev re wî derî vebikin.”DÎMEN HEYE   *Jinên Şengalê nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn ziman û gotin ku ji bo di bin sîwana aştî û azadiyê de wekheviya gelan ava bibe divê Abdullah Ocalan azad bibe.