Li Mexmûrê pîrozbahiyên cejnê 2018-06-15 14:36:27   MEXMÛR - Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî serê sibehê bi serdana goristanê re cejnê dest pê kir.   Bi ronîbûna serê sibehê re welatiyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî li her du mizgeftan kom bûn û serdana goristanan kirin. Paşê jî bi girseyî li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargehê civiyan û li wê cejna hev pîroz kirin. Piştre hemû ji bo taştê kom bûn. Dema ku welatî ji şehîdgehê vedigerin nû cejin dest pê dike. Di serî de zarok welatî dest bi pîrozbahiyên cejnê dikin.    Di bin banê meclisa gel de li meclisên semtan xebatkarên wargehê gihan hev û kom bi kom çûn cejna hemû malbatan. Heya nîvro serdanên cejnê yên xebatkaran berdewam kir.   Weke her cejnê car din zarok xemla sereke ya nava kolanên wargehê ne. Ji despêka rojê ve zarok bi cilên xwe yên rengo rengo ketine nava kolanan û şekir ji xwe re kom dikin. Di demjimêrên germ de navber danê wê car din êvarî berdewam bikin.   Di saetên êvarî de jî wê li saziya Ciwanan volîbol bê lîstin. Tirnovaya Volîbolê ya li ser navê Şehîd Ferhad Goyî û Nûpelda Amed dibin banê Tevgera Ciwanên Mexûr û Jinên Ciwanên Mexmûrê de hatî despêkirin berdewam dike. Wê saet di 06.00’an de semta 2 li hemberî saziya ciwanan bilîzin.