‘Divê ‘na’ fêrî zarokan bê kirin’ 2018-06-15 09:03:41   STENBOL - Psîkolog Işil Ozuak  diyar kir ku li fakulteyan îstîsmar tê fêrkirin, ducaniya di temenê zû de nayê fêrkirin, di civakê û malbatê de gel derbarê vê yekê de xwedî agahiyên kêm in.   Psîkolog Işil Ozuak bandora adolesan (ducaniya di temenê zû de)  ya li ser zarokan nirxand û bi lêv kir ku  di esasê de ji ber ku kesên ergen rêbazên xweparastina ji bo ducanî nebin nizanin, dawiyê ev bandorek mezin li ser wan dike û civak jî bi bandor dibe û got: “Dema perwerde di warê ducaniya di temenê di zû de û zayendiyê de neyê dayin ev yek rê li sendroman vedike. Carna bi ciwanan re pêvajoyên wek sendroma Stockholmê tê dîtin. Difikirin ku dibin evîndarê mezinekê û dibêjin qey tiştên din bi daxwaza xwe dijîn.”   ‘Stres û depresyon’   Işilê destnîşan kir ku zarokên ducanî dimînin nizanin serî li kê bidin û pirsgirêkan dijîn û got: “ Ditirsin, şerm dikin, xwe sûcdar dibînin. Hewl didin vê mijarê bixwe çareser bikin. Tiştê ku ewil tê hişê wan kurtaja bi rêbazên cuda ye.  An jî zewacê bi bavê zarok re xeyal dikin. Di vê pêvajoyê de stres û depresyonek mezin dijîn. Hewl didin zirarê jî bidin xwe.”   Işilê bi lêv kir ku ev di civakê de ducaniya adolesan tê qebûlkirin û got kesên vê yekê dijîn hestên wan tevlihev dibin. Işilê bi lêv kir ku di perwerdehiyên lîsanê de îstîsmar tê fêrkirin lê rewşa ducaniya adolesan nayê fêrkirin.    Işilê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê ducaniya adolesan ji malbatan re jî bê vekirin û got divê fêrî zarokan bê kirin ku bedena xwe nas bikin û ‘na’ jî fêrî zarokan bê kirin.