Zarokên ku bi hêviya vegerandina ser axa xwe dijîn 2018-06-15 09:01:25   Berçem Cûdî   EYN ÎSA - Zarokên bajarê Dêrezorê tevî ku ev bi salane ji ber hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê ji bajarê xwe dûr ketine, hêviya ku ew ê vegerin ser axa xwe winda nekirine.   Bajarê Dêrazorê yê li Rojhilatê Sûriyeyê di Tîrmeha 2014'an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibû dagirkirin. Di 9'ê Îlona 2017'an Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bi pêşengiya Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) hemleya bi navê Bagera Cizîrê dest pê kiribû. Niha hîn ev hemleya didome û bi saya vê hemleyê gelek sîvîl ji çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin. Gelek şêniyên Dêrazorê neçar man ku koç bikin. Niha bi hezaran şêniyen Dêrazorê li hêvî ne ku vegerin ser axa xwe. Bi taybet jî zarokên ku wê Cejna Remezanê ji ser axa xwe dûr pêşwazî bikin dibêjin ku me hêviya xwe winda nekiriye û em li benda wê rojê ne ku vegerin cih û warê xwe.   Zarokên Dêrazorê yên ku li Kampa Eyn Îsa dimînin gotin:"Em dixwazin Cejna Remezanê li cih û warê xwe pîroz bikin."   Zaroka bi navê Asiya Musa diyar kir ku ew ê bi saya hêzên QSD'ê cih û warên wan rizgar bibe û Cejna Remezanê ya sala bê, li ser axa xwe pîroz bike.    'Em dixwazin li ser axa xwe biçin dibistana xwe'   Embar Muhemmed Eyaş jî bi lêv kir ku ew dixwaze li cih û warê xwe yê jê hatiye koçkirin cejna xwe pîroz bike û biçe dibistanê.    'Em dixwazin bajarê me zû bê rizgarkirin'   Ayşe Ehmed Îsa jî diyar kir ku ew dixwazin bajarê wan zû bê rizgarkirin û li ser axa xwe lîstik û dibistana xwe bidomînin û li ser axa xwe cejnên xwe yên pîroz pêşwazî bikin.