Hunermendan banga parastina sendoqan kir! 2018-06-14 12:20:10   NAVENDA NÛÇYEAN - Vîdeoyên ku hunermendan ji bo parastina sendoqan bi dirûşma "Berî biçin ser sendoqê, piştre jî bidin pey sendoqê" amade kirin li ser medyaya civakî hatin parvekirin.   Koma Diyalogê ya ji bo Demokrasiyê Yekitî, Platforma Maf û Edaletê û Hewldana Welatiyan ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê duh civîneke bi sernavê "Em ber bi civaka aştîxwaz ve diçin" li dar xistibûn û di civînê de vîdeoyên ku hatin parvekirinî, di saetên êvarê de bi etîketa #Li pey sendoqê hatin parvekirin. Ji bo kampanyaya bi sernavê Platforma Adîl ya Hilbijartinê hunermend Tîlbe Saral, Ozge Borak, Firat Taniş, Şevket Çoruh, Berna Laçîn, Mert Firat, Eda Çatalci, Banu Çîçek û Fatîh Donmez tevli bûn.   Vîdeo li ser medyaya civakî namzeda HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu jî di nav de bi hezaran kesî li ser medya civakî bi #Etîketa li pey sendoqê parve kirin.