Dayika Ceylan Onkol: Ji bo zarok êdî nemirin divê hemû kes li sindoqan xwedî derkevin 2018-06-14 10:13:32   Şehrîban Aslan   AMED - Di 2009'an de bi havana ku ji qereqolê hatibû avêtin laşê Ceylan Onkol parçe parçe bûbû. Dayika Ceylanê, Saliha Onkol bertek nîşan da ku ji bo çi hîn kujer nehatine dîtin û got:"Di vê hilbijartina 24'ê Hezîranê de divê hemû kes destên xwe dînin ser wîcdanê xwe û biçin ser sindoqan. Ji bo zarokên me êdî nemirin divê hemû kes li sindoqan xwedî derkevin."   Li Gundê Spênî yê Licêya Amedê di 25'ê Îlona 2009'an de bi hawana ku ji qereqolê hatibû avêtin Ceylan Onkol a temenê wê 12 salî laşê wê parçe parçe bûbû. 9 sal ji ser mirina wê derbas bûn. Hîn kujerê Ceylanê nehatine dîtin. Dayika Ceylanê Saliha Onkol da zanîn ku ew dixwaze kujerên keça wê yên ku dest û lingên xwe kil dikin û dimeşin, bên dîtin û bên cezakirin.    Salihayê di destpêkê de dema ku navê Ceylanê bihîst sekinî nikaribû biaxiviya. Dawiyê hewl da û got:"Heger kujerê keça min bê darizandin û bên cezakirin dibe ku hinekî ez hilmek rehet bistînim û hinek be jî dilê min hênik bibe. Her sal hilbijartinê çê dikin lê niharin kujerê keça min bibînin. Qey pir zor e?"   'Ji bo çi zarokên me dikujin ?'   Salihayê da zanîn ku ew êdî naxwazin laşên zarokan parçe parçe bibe û zarok bimirin û got:"Ji bo her zarokan dilê min dişewite. Şopa birîna Ceylana min tu carî derbas nabe. Em dixwazin di vê hilbijartinê de aştî pêk were. Ji bo çi zarokên me dikujin? Bila êdî zarok nemirin û aştî bê. Bila kujerên keça min bê dîtin. Ji bo zarokên din jî wiha nên kuştin divê kujerên keça min bên dîtin û bên cezakirin.    'Ev hilbijartina ji bo hemû kesan şansek e'   Salihayê bal kişand ser girîngiya hilbijartina 24'ê Hezîranê û got:"Ji bo keça min hemû girtiyên siyasî têkoşiyan di nav vana de Selahattin Demirtaş jî hebû. Kesên ku ji bo aştiyê têdikoşin divê di girtîgehan de neyên girtin. Bila hemû kes dest bidin hev û ev xwîna êdî bisekine. Ev hilbijartina ji bo hemû kesan şansek e. Hêviya min ji vê hilbijartinê ew e ku ev xwîna bisekine û zarok êdî neyên kuştin."