Cîhan Muhemed: Dê Erdogan têk biçe 2018-06-14 09:04:55   Ferîde Zede   ŞEHBA - Cîgira Desteya Têkiliyên Derve ya Herêma Efrînê Cîhan Mihemed derbarê hilbijartinên ku dê di 24'ê Hezîranê de li Tirkiyeyê çê bibe û derbarê pergala ku Erdogan li Tirkiyeyê ava kiriye diyar kir ku bi pergala yekperest demokrasî nayê avakirin û got:"Siyaset û pergala ku dewleta tirk bi salane dide meşandin her dem nasnameya gelê Kurd hedef girtiye û gelê kurd qetil kiriye. Divê gelê Kurd ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê bibin yek û li dijî pergala ku gelê Kurd hedef digire bisekinin."   Cîgira Desteya Têkiliyên Derve ya Herêma Efrînê Cîhan Mihemed derbarê hilbijartinên ku dê di 24'ê Hezîranê de li Tirkiyeyê çê bibe û derbarê pergala ku Erdogan li Tirkiyeyê ava kiriye anî ziman ku her dem ji aliyê îktidara AKP'ê û yên berî wê destkeftiyên gelê Kurd hedef hatine girtin û got:"Divê em wekî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li destkeftiyên xwe xwedî derkevin û di hilbijartina 24'ê Hezîranê de xwedî li sindoq û vîna xwe derkevin."   Cîhan Mihemed da zanîn ku Erdogan ji bo gelê Kurd ji hev qut bike û têk bibe êrîşî Efrînê kir û got:"Dema ku gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê çûn ser sindoqan divê êrîşên Erdogan ên li dijî Efrînê ji bîr nekin. Erdogan di şexsê Efrînê de êrîşê gelên Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê kir. Divê em wekî gelê Kurd ên çar parçeyan bibin yek û li dijî êrîş û qirkirina dagirkeran derkevin."   'Hêzên navneteweyî û Erdogan bûn yek û êrîşî vîna gelê Kurd kirin'   Cîhanê anî ziman ku hêzên navneteweyî û Erdogan bûn yek û êrîşî vîna gelê Kurd kirin û wiha dewam kir:"Ji bo dagirkirina Efrînê Tirkiye, Rûsya, Îran, Amerîka bûn yek û êrîşî nirx û vîna gelê Kurd kirin. Hêzen Navneteweyî û Erdogan di şexsê Efrînê de nirx û vîna gelê Kurd ê li ser çar parçeyên Kurdistanê hedef girtin. Niha jî di mijara Minbicê de Amerika û Tirkiye bûn yek. Loma divê gelê Kurd van bûyerana baş bixwînin û ji bo Erdogan li ser Rojhilata Navîn diktatoriya xwe berdewam neke divê em hêza xwe bikin yek û li ser her çar parçeyan têbikoşin."   'Dê Erdogan têk biçe'   Cîhanê bi lêv kir ku dê Erdogan bi yekîtiya Gelê Kurd têk biçe û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bila Erdogan û yên ku tevî wî tev digerin baş bizanibin ku gelê Kurd dê li ser xeta azadî, aştî û têkoşînê berxwedana xwe bidomîne û nehêle ku Erdogan bi ser bikeve."