‘Em di 24’ê Hezîranê de saetên xwe li gorî HDP’ê eyar bikin’ 2018-06-13 09:13:43   HATAY- Jinên Hatayê diyar kirin ku sedemên wan yên ku dengê xwe bidin HDP’ê gelekin û gotin di 24’ê Hezîranê de saetên xwe li gorî HDP’ê eyar bikin.    Jin li Hatayê eleqeyek mezin nîşanî xebatên hilbijartinê didin. Jinên Hatayê yên ji xebatan re pêşengiyê dikin mal bi mal, bazar bi bazar digerin û ji bo HDP’ê dixebitin. Jinên buroya hilbijartinê ziyaret dikin belavokan belav dikin, pirsgirêkên jinan nîqaş dikin û bi hev re xebatan rêxistin dikin.   ‘Ji bo em bêjin HDP gelek sedemên me hene’   Fatma Guneş diyar kir ku ji bo bêje HDP gelek sedemên wan hene û wiha got: “Li djî kuştinên jinan, îstîsmara zarokan û pisgirêkên ciwanan em dibêjin HDP e.” Muhsîne Taşan jî buroya hilbijartinê ziyaret kir û bi lêv kir ku ew li dijî şîdeta li hemberî jinê û kuştinên jinan dengê xwe dide HDP’ê. Aysel Eşîyok jî ji bo azadiya girtiyên siyasî dibêje HDP e.   Fatma Yildiz jî wiha got: “Yekane partiya ku ziman,ol û nîjadan ji hev cuda nake HDP ye û ji ber vê reng û dengê min HDP ye.” Belgîn Ayranci jî got ji bo azadiyajinê jî wê dengê xwe bide HDP’ê.   Hulya Ateş jî ku di buroya hilbijartinê de xebatan dimeşîne destnîşan kir ku wê li dijî OHAL û KHK’yan di HDP’ê de dengê xwe bilind bike. Sidika Akar jî bi lêv kir ku li dijî îstîsmara zarokan denga wê ji HDP’ê re ye.