Jinên Kobanê: Em ê têkoşîna xwe bidomînin 2018-06-13 09:01:48   ÎlhamEloso   KOBANÊ - Jinên Kobanê derbarê zext û zordestiyên dewleta tirk ên li ser Rojava û Bakurê Kurdistanê bertekên xwe nîşan dan û gotin:"Dewleta tirk çi dike bila bike em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û em ê îradeya xwe radestî destên zordestan nekin."   Gef û gurên dewleta tirk ên li ser Rojava û Bakurê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. Têkildarî mijarê de Jinên Kobanê diyar kirin ku Gelê Kurd hêza xwe ji dîroka xwe û çanda xwe ya kevnar distînin û  tu kes nikare wan têk bibe û got:"Bila Erdogan destên xwe ji ser me û zarokên me rake. Kes nikare me û zarokên me ji hev qut bikin. YPJ/YPG zarokên me ne kes nikare me û wan ji hev biqetîne."   'Tu kes nikare kurdan ji hev biqetînin'   Dayika bi navê Beyaz Beşardes anî ziman ku tu kes nikare Gelê Kurd ji hev biqetîne û got:"Em dev ji zarokên xwe û axa xwe bernadin. Em ê heta dawî bi zaroken xwe re li dijî pergala faşîst berxwe bidin. Em ê heta mirinê li ser axa xwe bin û ber xwe bidin. Dewleta tirk bi gef û êrişên xwe nikare gelê Kurd ji hev qut bike."   'Em hêvî û baweriya xwe tu carî winda nakin'   Alîya Bakî diyar kir ku ew nahêlin dewleta tirk sînorên wan derbas bike û got:"Em baweriya xwe bi şervanên xwe YPJ/YPG'ê tînin. Em baweriya xwe bi hêza xwe tînin. Loma dê gef û êrîşên Erdogan ên li ser Rojava û Bakurê Kurdistanê vala derkeve. Bila artêşa tirk ji axa Başûr jî derkeve. Li ser her çar parçeyên Kurdistanê em ê xwe biparêzin û rê nedin dagirkeran. Em hêvî û baweriya xwe tu carî winda nakin, em ê her bi ser bikevin."   'Em bejna xwe li ber gefên Erdogan natewînin'   Her wiha Zelîxa Xelîl jî da zanîn ku ew bejna xwe li ber gefên Erdogan natewîne û got:"Gelê Kurd ji gef û êrîşên Erdogan natirse. Em dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa xwe qebûl nakin û em ê li dijî vê neheqiyê heta dawî berxwe bidin."