ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-13 09:00:00   *Jinên Kobanê derbarê zext û zordestiyên dewleta tirk ên li ser Rojava û Bakurê Kurdistanê bertekên xwe nîşan dan û gotin:"Dewleta tirk çi dike bila bike em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û em ê îradeya xwe radestî destên zordestan nekin." DÎMEN HEYE   *Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek saziyên aboriyê û qadên jiyanê yên ji bo pêşketina jinê û civakê hatin avakirin. Yek ji van qadan sûka jinê ya Dêrika girêdayî Kantona Qamişloyê ye. Jinên ku li sûkê dixebitin tînin ziman ku bi saya sûka jinê hem afirîneriya xwe pêş dixin hem jî di warê aboriyê de li ser piyan dimînin. DÎMEN HEYE   *Endama Meclîsa Şaredariya Yênîşehîr a Amedê Turkan Uzan Avşîn  a ku di 26’ê Çileya 2016’an de hat girtin, di 31’ê Hezîrana 2018’an de hat tahliyekirin. Turkan a ku gelek caran hatiye sirgûnkirin diyar kir ku li girtîgehê zext zêde hene. BI DÎMEN   *Hêzên QSD'ê ku pêşengtiya wê ji aliyê YPJ/YPG'ê dihat kirin li Rojavayê Kurdistanê û li Bakurê Sûriyeyê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ya cîhanê nikaribû serî pê derxista, serkeftinên mezin bi dest xistin. Lê tevî vê serkeftina QSD'ê Hêzên wekî Amerika, Rûsya, Îran tenê ji bo berjewendiyên xwe tev geriyan û piştgirî dan dagirkirina Efrînê. Dema ku mijar dibe Kurd hemû hêz dibin yek û tenê li ser berjewendiyên xwe tîr dibin. JI PÊNÛSA JINAN   *Di civakên bindest û feodal de herî zêde mafên jinan tê binpêkirin. Ji hûnerê heyanî aboriyê her qadeke jiyanî ji jinan re mîna şerim tê dîtin. Li hemberî vê hişmendiya baviksalar Maşallah Işik serî hilde û niha bi sazê xwe tedikoşe.    *Namzeta HDP’ê ya Herêma Yekemîn a Stenbolê Şehrîban Alkiş ku ji pereyê simîtê kêm kir û ji marketên ‘wesayîta hilbijartinê’ kirê kir, balonên rengîn bi wesayîta xwe ve daliqand û li kolanên Kadikoyê belavokan belav dike û wiha dibêje: “Pergala deng, wesayîtên luks û kolon tuneye. Derfetên me kêm in. Dema me jî kêm e lê em xurtir in. Çi ji destên me bê em ê bikin.”   *Yek ji navendên herî girîng yên sewalkariyê bajarê Qersê ye û ji ber krîza aborî û qedexeyên zozanan gundî bêzar bûn. Gundiyên neçar man sewalên xwe bifroşin wiha gotin: “Di televîzyonan de dibêjin rewşa welat pir başe. Ger ku rewşa welat pir başe çima em neçar dimînin sewalên xwe bifroşin.” DÎMEN HEYE   *Ji Piştevaniya Mor Hatîce Goz diyar kir ku AKP di 16 salî de bi dijberbûna jinê tenê bi îstikrar bûye û wiha pê de çû: “Tiştê me di 16’ê Nîsanê de nîvco hişt em ê di 24’ê Hezîranê de temam bikin.” DÎMEN HEYE   *inên Hatayê diyar kirin ku sedemên wan yên ku dengê xwe bidin HDP’ê gelekin û gotin di 24’ê Hezîranê de saetên xwe li gorî HDP’ê eyar bikin.   *Rojnameger û wênesaz Zehra Dogan a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimîne, du pirtûkên ku parêzerên wê şandibûn nedanê. Parêzeran biryar ragihand DDB’ê. DDB’ê jî pirtûk lêkolîn kirin û xwest biryarê bide lê vê carê ji ber pirtûk teslîmê xwişka Zehrayê hat kirin, neşandin DDB’ê. Parêzerên Zehrayê rewş wek ‘Çîroka Azîz Nesîn’ nirxandin û gotin bêyî pirtûkan jî dikare biryar bê dayîn.