'Divê pêşî li karketiya zarokan bê girtin’ 2018-06-12 15:00:00   AMED - Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD’a Amedê, diyar kir ku parsgirêka karketiya zarokan, li Tirkiyeyê pirsgirêkek bingehîne û got: “12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li dijî Karkertiya Zarokan a Cîhanê ye. Ji bo ku em pêşiya karkertiya zarokan bigirin, em têkoşînê bidomînin.”   Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD’a Amedê, bi minasebeta 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li dijî Karkertiya Zarokan a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Komîsyonê di daxuyaniya weşand de wiha got: “Karkertiya zarokan yek ji pirsgirêkên herî bi êş ên Tirkiye û Cîhanê ye. Bi mîlyonan zarok di şertên herî xerab de tên xebitandin. Pirsgirêka karkertiya zarokan, li Tirkiyeyê pirsgirêkek bingehîne. Li Tirkiyeyê xebata ne fermî pir zêde ye. Zarokên karker ên li Tirkiyeyê, ji sedî 5,9 gehiştiye nifûsa zarokên civakî û keda wan tê xwarin. Dîsan di cînayetên kar ên li Tirkiyeyê de, ji her 20 karkerên jiyana xwe ji dest didin de, yek jê zaroke. Ji bo ku em pêşiya karkertiya zarokan bigirin, em têkoşîna xwe berdewam bikin.”