Jinên Efrînê xwe bi rêxistin dikin: Em ê tu carî teslîmiyetê qebûl nekin 2018-06-12 11:42:33   EFRÎN-Jinên ku di êrîşên TSK û komên girêdayî wê de hedef hatin girtin, li Şehbayê di nav şerdên koçberiyê de xwe bi rêxistin dikin.    Dewleta Tirk û komên girêdayî  wê di  20`ê Çileyê de hem ji bejayî hem jî bi balafiran êrîşî kantona Efrînê kir. Di vê êrîşê de jin, ciwan û hemû pêkhateyên Efrînê hedef hatin girtin. Şêniyên Efrînê ku 58 rojan li ber xwe dan û ji bo ewlehiyê derbasî Kantona Şehbayê bûn.    Endama Koordînasyona Kongreya Star Fatma Lekto têkoşîna jin a li hemberî êrîş û polîtîkayên dewleta Tirk a li ser jinê di hevpeyvîna li gel ajansa ANHA`yê nirxand.   Fatma Lekto di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana şervanên YPJ/YPG`ê û gelê Efrînê ya li hemberî Tirkiyeyê û wiha got:" Gelê Efrînê li gel şervanên YPJ/YPG`ê di pêvajoya yekemîn de 58 rojî li hemberî teknîka dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da. Jinên Efrînê jî hem di aliyê civakî, rêxistinî, siyasî û leşkerî bi lehengî li ber xwe da."   Di berdewamiya gotinên Fatma Lekto de hat gotin ku jinên Efrînê çawa li Efrînê li hemberî êrîşa Tirkiyê li ber xwe dan, li Şehba jî li hemberî şert û mercên zehemet de li ber xwe dan û xwe birêxistin kirin.   Fatma Lekto têkildarî xebatên rêxistinî yên li herêma Şehba wiha got:¨ Em çawa gihîştin Şehba jin di nava mayîn û xirabiyê de dest bi avakirina jiyanê kir, malbata xwe xwedî kir û di demeke kurt de xwe birêxistin kir.¨   Jina Efrînê çawa bû xwedî îrade û hêzeke ku di her şert û mercan de xwe birêxistin bike. Fatma Lekto têkildarî vê mijarê wiha got:¨Di destpêka Şoreşa Rojava de Kongreya Star jin perwerde kirin û jin ji hemû aliyan ve ciyê xwe di nava xebatê de girt.¨   Fatma Lekto di dawiya gotinên xwe de wiha got:¨ Em weke jinên Efrînê tu carî radestbûnê qebûl nakin û em ê di van şert û mercan de li ber xwe bidin¨.