Kelecana gel bir HDP'ê re mezin dibe 2018-06-12 10:30:36   AMED / ERZIROM - Xebatên hilbijartinê bi coşeke mezin  berdewam dikin.   Xebatên hilbijartina ku wê di 24'ê Hezîranê de bê kirin bir coşeke mezin  berdewam dikin. Namzeta HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, rêvebirên navend û navçeyan duh li gundên Of, Fetla Jêr, Mezrê,Qendîlo, Şidada, Mele Fiyata , gudikê Yilmazlaran, Kerxê, Safiyan Jorîn, Safiyan Jêrîn, Sofya, Mezr, Qerexan, Goroluk, Arslanoğlu, Çawişî yên navçeya Bismîl a Amedê  serdana welatiyan kirin. Di serdana gundan de jin û zarokan bi alên kesk, sor, zer ên ku di destê wan de dirûşmên " Bijî HDP", "Jin Jiyan Azadî" berz kirin.    Erzirom   Herwiha HDP'ê duh li  Erziromê jî xebatên hilbijartinê berdewam kirin. Namzetên HDP'ê yên Erziromê, rêvebirên û navçeyê tevlî xebatên hilbijartinê bûn. Heyeta HDP'ê li gundên Cerasun, Arpaçayir, Karapinar, Teknecîx, Magaracîx, Încesu, Danîşmend, Karacaoren ve Alîceyrek ên navçeya Xorasan a Erziromê xebatên hilbijartinê pêk anîn û serdana gel kirin. Di xebatên hilbijartinê de bang li gel hat kirin ku roja hilbijartinê xwedî li sindoqan derbikevin.