Xeyalên ku di rûkeniya zarokan de dide der 2018-06-12 09:45:40   Orivan Ebdo-Viyan Said   ŞENGAL - Li Parka Hedîqeyayê ya Xanesora Şengalê zarok bi coşeke mezin xeyalên nû diafirînin û kêfxweşiya wan di rûkeniya wan de dide der. Zarokên ku kêfxweşiya wan di rûyen wan dide der naxwazin êdî bi fermanên nû rû bi rû bimînin. Ew dixwazin stranên xwe bi awayekî azad bibêjin û lîstikên xwe jî bi awayekî azad bilîzin.    Zarokên Şengalê yên ku bûn şahidê fermanek mezin bi lîstikên xwe yên li Parka Hedîqeyayê ya li Xanesora Şengalê, hewl didin ku êşa di fermanê da hat jiyîn ji bîr bikin. Zarokên ku li Parka Hedîqeyayê dilîzin dibêjin ku em naxwazin êdî em ji ser axa xwe koçber bibin û stranên ji rengê azadî û aştiyê dibêjin.    Zaroka bi navê Abdula Kerim anî ziman ku ew dixwazin bi awayekî azad lîstikên xwe bilîzin û got:"Em bi hevalên xwe re tên vê parkê û em bi hev re dilîzin û stranan dibêjin. Em naxwazin kesek êdî dengê me qut bike. Em dixwazin bi awayekî azad stranên xwe bibêjin û lîstikên xwe bilîzin."