Ji 24'ê Hezîranê re 13 roj man: Namzed li hemû deriyan didin 2018-06-11 15:07:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê bi serdana gund û komeleyan berdewam dikin   Xebatên hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  îro jî li gelek bajaran berdewam kirin.   Mêrdîn   Li Mêrdînê 6 namzedên parlamenteriyê yên HDP'ê û heyeta bi wan re di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn serdana navçe û gundan.  Ji namzedên jin Gulbîn Şahîn Daghan, çû serdana gundên Kerbaranê. Namzed Ebru Gunay jî li Stewrê bi gel re hat cem hev û Pero Dundar jî çû serdana navçeya Şemrax û Gundên wê.   Pero û heyeta pê re li şermrexê ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hatin pêşwazî kirin.  Pero bi taybetî ji aliyê jin û zarokan ve bi lîlandin û dirûşmên "Bijî HDP" hat pêşwazîkriin.   Li Serhedê xebatên hilbijartinê  bi coşeke mezin didomin   Li her bajarên Serhedê xebatên HDP`ê bi kelecaneke mezin berdewam dikin. Li gundên girêdayî navçeya Gimgima Mûşê gundên Mala zerdo, Qadizan,  Şorik û Tatayê bi tevlîbûna namzeta HDP'ê ya a Mûşê Gûlîstan Kiliç Koçyigit xebatên hilbijartinê hatin meşandin. Jinan bi eleqeyek mezin namzeda DHP'ê û heyeta pê re pêşwazî kirin.    Bedlîs   Li Bedlîsê jî bi tevlîbûna namzetên HDP yên Bedlîsê li gundê Axkîs,  Serdere, Hêşet, Beygirî,Oskundus û Nirnîsê xebatên hilbijartinê hatinin meşandin meşandin.   Colemêrg   Li Colemêrgê jî xebatên namezedên HDP'ê di çarçoveya xebatên 24'ê Hezîranê de berdewam dikin.    Di çarçovyea van xebatan de  li navçeya Çelê ya Colemêrgê  bi pêşengiya jinan ji aliyê namzedan ve serdana esnafan hat kirin esnafan bi coşeke mezin namzed û heta bi wan re pêşwazî kirin.    Kocaelî   Li Kocaeliyê jî xebatên hilbijartinê yên DHP'ê bi hemû coşa xwe berdewam dikin.  Heyeta HDP'ê ya ku ji endama PM'a HDP'ê Asiye Kolçak, Hevseroka Bajar Leyla Guven, namzedên HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, Kureyş Bîlgîç, Alaatîn Enul û Alî Budayci pêk dihat  çû serdana komeleyên li herêmê.