2 kesan di bendavê de jiyana xwe ji dest dan 2018-06-11 14:27:27   AMED - Li gundê Sorikanê yê Amedê Turan Akbulut û Mehmet Akbulut di bendavê de jiyana xwe ji dest dan.    Li gundê Sorikanê yê Amedê Turan Akbulut (19) û Mehmet Akbulut (14) ji bo hênik bibin ketin bendavê û di bendavê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku agahî ji Mehmet û ji Turan nehat girtin xizmên wan çûn bendavê û rastî kincên wan hatin. Piştî ku agahî dan agirkujê, ekîbên ku hatin cihê bûyerê gihaştin cenazeyên Turan û Mehmet.    Cenazeyên Turan û Mehmet ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyubî.