Hamîde Yîgît:Alavek din a desthilatdariyê ji bo hilbijartinê nema 2018-06-11 09:09:31   Habîbe Eren   ENQERE- Pispora Rojhilata Navîn û nivîskar Hamîde Yîgît daxuyaniyên AKP’ê yên wekê ‘Em ê bikevin Qendîlê’ nirxand û  wiha got: “Ev têkçûna ku heta hilbijartinê nehat taloqakirin, wê AKP’ê ber bi sozên din de bibe û  wê hewce bi alavên din ên hilbijartinê bibîne. Ji ber ku alavek din nema ku AKP pêşkêşî alîgirên xwe bike, dikare pêngava Qendîlê pêk bê. Îhtîmalek mezin bi DYA’yê re wê ‘pêngavek bi sînor’ pêk bê.”   Pispora Rojhilata Navîn û nivîskar Hamîde Yîgît atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê ya di pêvajoya hilbijartinê de nirxand. Hamîdeyê bi lêv kir ku di bin OHAL’ê de çûyîna hilbijartinê bi tena serê xwe pêkanînek dij demokratÎk e û yekane sedema OHAL’ê jî ev e ku hemû muxalîfan bêdeng bike. Hamîdeyê wiha berdewam kir: “Ligel van hemû pêkanînan namzetên serokomariyê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş girtiye. Nehiştine bi hilbijêrên xwe re bê cem hev û namzetekî ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştinê ye.  Rêgeza ‘wekhevî û hilbijartina adîlane’ di serî de hatiye binpêkirin.”   ‘Têkçûn çareser nebü, soz jî ji çîrokan wêdetir naçin’   Hamîdeyê daxuyakirin ku tiştekî êdî AKP soza wê bide vî welatî nema ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştên ku bi destên xwe têk birine wekê ku hinekên din kirine, soza çêkirina wan dide. Pêvajoyek a aborî ya nebaş bi rêvebirin, bi heman mêjiyi nikare bê sererastkirin. Aboriyek li ser talan û diziyê tê bi rêvebirin, têkçûna wê gelek normal e. AKP di hewldana ku vê krîzê taloq bike de ye. Lê êdî ketiye demeke ku nayê taloqkirinê.  Ji ber vê têkçûn nehat çareserkirin û sozên tên dayîn jî ji çîrokan wêdetir naçin.”   ‘Wê berê xwe bidin pêngavên şerên nû’   Hamîdeyê bal kişand ser daxuyaniyên desthilatdariyê yên wekê ‘em ê enflasyonê daxînin yek xaneyê’ û got ji xwe di destê wan de formulek wisahebûna wê aborî têk neçûna û tiştên têk biriye wek soz dide ber gel û ev jî tê weteya ku qerfên xwe bi gel dike.  Hamîdeyê got desthilatdarî ji ber vê wê berê xwe bide pêngavên din yên şer.   ‘Tirkiye dikare bi DYA’yê re êrîşî Qendîlê bike’   Hamîdeyê bi lêv kir ku piştî Efînê Qendîl ji nû ve hedef hatiye girtin û wiha got: “Gelo dikare pêngavê bavêje? Li gorî min îhtîmal gelek zêde ye. Ji ber alavake din a AKP’ê ya hilbijartinê nema ye. Dikare êrîşî Qendîlê bike. Lê wê pêngavek bê rîsk bixwaze. Îhtîmalek mezin wê bi DYA’yê re li hev bike û pêngavek êrîşeke bi sînor pêk bîne. DYA’yê bi gotinên ‘Em ê bikevin qendîlê’ piştgirî daye AKP’ê û carek din xwe nîşan daye. AKP ji bo têk neçe wê serî li her rêbazê bide. Her wiha beşeke mezin jî di vê ferqê de ye ku HDP divê bendê derbas bike.”