ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-11 09:00:00   *Li Tirkiyeyê gel dê di 24'ê hezîranê de biçin ser sindoqan. Jinên Bedlîsê diyar kirin ku ew ê dengê xwe ji bo demokrasiyê bi kar bînin. BI DÎMEN   *Dara zeytûnê ya ku sembola aştiyê ye û heta berxwedana serdemê di gelek pêvajoyên dîrokê de cih girtiye ji bo gelê Mexmûrê jî bûye sembola hêz û berxwedanê.   *Pêşengeha Devoşka ya ku ji bo welatî kincên hîn erzandtir bikaribin bi dest bixin hatiye vekirin  rengekî cûda da ye bajêr.  Rêvebera Pêşengehê ji me re diyar kir ku Pêşengeha Devoşka xwedî wate û cihekî cûda ye di sûkê de.''    *Yek ji namzeta HDP’ê ya Muglayê Sebahat Firat diyar kir ku li Tirkiyeyê demokrasî û azadî bi têkoşîna Kurd û jinan dikare pêk bê. Têkoşîna Sebahatê ya 28 salan ji HADEP’ê heta HDP’ê dirêj dibe û bang li jinan kir ku ji bo azad bibin divê HDP’ê tercih bikin. BI DÎMEN   *Pispora Rojhilata Navîn û nivîskar Hamîde Yîgît daxuyaniyên AKP’ê yên wekê ‘Em ê bikevin Qendîlê’ nirxand û  wiha got: “Ev têkçûna ku heta hilbijartinê nehat taloqakirin, wê AKP’ê ber bi sozên din de bibe û  wê hewce bi alavên din yên hilbijartinê bibîne. Ji ber ku alavek din nema ku AKP pêşkêşî alîgirên xwe bike, dikare pêngava Qendîlê pêk bê. Îhtîmalek mezin bi DYA’yê re wê ‘pêngavek bi sînor’ pêk bê.”   *Li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê 2 hezar 500 jinên li stargehan dimînin wê di 24’ê hezîranê de dengên xwe bi kar neynin. Parêzer Esîn Yeşîlirmak diyar kir ku bi hinceta ‘veşartinê’ mafên wan ê  bikaranîna deng hatiye xespkirin û got tevî hemû pêşniyarên wan Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî pirsgirêk çareser nekiriye.   *Jinên Amedê diyar kirin ku jin û hemû aliyên bindest bi HDP’ê dikarin bên temsîlkirin û gotin dengek jî dengek e û ev bi jinan dikare bê pêkanîn.   *Li Mêrdînê gelên di bin sîwana HDP’ê de hatine cem hev derî bi derî digerin û xebatên hilbijartinê dimeşînin. Jinên ku pêşengiya vê xebatê dikin diyar dikin ku wê heta roja dawî bixebitin û wiha gotin: “HDP ji bo jin, zarok, ciwan û aştiyê hêviya yekane ye. Ji ber vê divê her kes dengê xwe bide HDP’ê û piştgiriyê bidê.” BI DÎMEN