Arafat ê ku kuçikê ew dirî piştî bi 3 saetan mudaxele lê kirin 2018-06-10 12:50:45   ŞIRNEX - Dayika zarokê bi navê Arfat  Çaglar ku ji ber piştî li Nexweşxaneya Dewletê hat dermankriin li nexweşxaneya sewkî wê hat kirin ji êşa kuduzê jiyana xwe ji dest da Haznî Buluş, diyar kir ku piştî bi 3 saetan mudaxeleyî lawê wê kirine, ji bo ku bi kuduzê nekeve aşî nekirin û birîna wî jî bêyî ku paqij bikin dirtûtine. Hazneya ku bertek nîşanî rayedarên Nexweşxaneya Dewletê ya Cizrîê da got ku li wê nexweşxaneyê edalet tune ye.   Li anvçeya Cizîrê ya Şirnexê di 3'yê Gulanê de zarokê 10 salî yê bi navê Erefat Çaglar dema ku diçû dibistanê bi êrîşa kuçikê re rûbirû ma, rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Erfat piştî ku li nexweşxaneyê rewşa wî xirab bû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dîlokê. Erefat yê 10 salî piştî ku 19 rojan li nexweşxaneyê hat dermankriin jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Araft diyar kir ku lawê wan ji ber piştguhkirinê jiyana xwe ji dest daye û bertek nîşanî rayedarên Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê dan.   Dayika Arafat Haznî Buluş diyar kir ku lawê wê ji ber derbankirina çewt jiyana xwe ji dest daye û ev tişt got: "Şaredariyê ji bo vê rewşê tu tişt nekirin. Me kesekî ku ji şaredariyê aht nedît. Bila zarokên din memirin û tedbîr bên girtin."   'Aşiya kuduzê nekirin'   Heznî diyar kir ku bûyer saet di 07.00'an de pêk hatiye  û got ku dema  zarokê xwe rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê lê piştî saet 10.00'an mudaxele lê hatiye kirin.  Heznî anî ziman ku li gel derengmayînê dermankirin jî şaş kirin û ev tişt got: "Li gel ku divê birîn nehata dirûtin jî dirûtin û paqij jî nekirin. Divê ku lawê min li nexweşxaneyê razandana. Aşiya kuduzê ku divê bihata kirin jî nekirin. Ger ku min bi zanibûye min ê lawê xwe derman bikira. 3-4  rojan xwarin nexwar. Çavê wî û ruyê wî werimîn û nêm ji birîna wî dihat.  Piştî bi du rojan nalê wî sincirîî, zêde germ bû. Piştre jî rewşa wî gelek xirab bû.  Me dîsa bir nexweşxaneyê piştî ku 19 rojan ma jiyana xwe ji dest d."   'Şaredarî tu ewlehiyê nagire'   Haznî anî ziman ku Qyûmê şaredariya Cizîrê tu ewlehiyê nagire û wiha dirêjî da axftina xwe: "Di be ku ew kuçik hîna jî zirarê dide kesan .Me di heman rojê de agahî da şaredariyê. Lê şaredariyê di vî warî de tu tişt nekir. Li ser navê şaredariyê tu kesek nehat taxê.  Piştî ku zarokê bimirin hatina wan bê fêde ye."   Edalet li nexweşxaneyê tune ye   Haznî anî ziman ku ew ê li pey dozê bin û li rayedarên nexweşxaneyê gilî bikin û wih  got: "Çima zarokê min derman nekirin? û Çima dema ku me gazî wan kir neahtin? zarkê min mir bila yên din nemirin ez ê heta dawiyê şodarê dizê bim. Li vê nexweşxaneyê edalet tune ye."