‘Her dengek wê me ji penaberiyê rizgar bike’ 2018-06-10 10:34:48   MEXMÛR -Jinên wargeha Mexmûrê banga xwedîderketina dengan li jinan kirin û gotin: “Ji bo em ji penaberiyê rizgar bibin ü vegerin ser axa xwe divê her kes bi wijdan biçin ser sindoqan. Her dengek wê me ji penaberiyê rizgar bike.”    Ji hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyê re çend roj man. Bi qasî bakurê welat gelê wargeha Ş. Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî bi kelecane. Ji jinên wargehê Reqya Çetîn û Qumrî Tunç bang li jinên Botanê kirin ku carek din desturê nedin wêrankirina warê wan.    ‘Ji bo rojiya we berkeve deng bidin Demirtaş’   Reqya Çetîn destnîşan kir ku hewceye her kurdek li dengê xwe xwedî derkeve û wiha domand: “Ji 1994 an heya niha 25 sal in em penaber in. Ez bang li hemû gelên Tirkiyê dikim ji bo em ji vê deşta germ, ji penaberiyê rizgar bibin dengê xwe rast bi kar bînin. Bila gelê kurd li welatê  xwe bifikire. Komkujî pey hev hatin kirin ji bo ku kurdan biqedînin. Bila dengê xwe bidin HDP'ê û Selahattîn Demîrtaş. Piştî Efrînê niha jî dibêje Qendîl û Mexmûr. Em ji ber wan reviyan, cardin li vêderê jî belaya xwe ji me venakin.”   Reqya bilêv kir ku hewceye gelê başur ê xwarin dayîn leşkeran ji xwe şerm bikin û wiha pêde çu: “Ma çî karê wan bi Şengalê û Êzidiyan ketiye, qala dagirkirina wê dikin. Bila gelê Başur yê xwarin da leşkerên tirk ji xwe şerm bike çawan xwarinê didin leşkerê wan. Ew ji bo dagirkirin, talan û komkujiyan tên û ew jî xwarinê didin wan. Hewceye li hember êrîşan helwestek navneteweyî derkeve. Ger niha bi ser me de tên, wê dor bê ereban jî, ji bo wê jî divê hemû civak li hember dagirkeriyê rabin. Ji bo em ji koçberiyê vegerin ser axa xwe bila hemû kes dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş û HDP'ê.”    ‘Her dengek wê me ji penaberiyê rizgar bike’   Ayşe Yildiz Guler jî anî ziman ku hewceye welatiyên diçin ser singoqan pêvajoyê li ber çavan bigirin û wiha berdewam kir: “Heya em nebin yek em ê biçin yek bi yek. Hewceye gelê me pêvajoyê li ber çavan bigire û wiha deng bikar bîne. Ev 30 sal in em penaber in, di hilbijartinê de divê li me jî bifikirin. Ez bang li hemû dayîk, bavan, xwişk û birayan dikim, bila dengê xwe rast bi kar bînin. Her dengek wê dawî li penaberiyê bîne.”   Xecê Ehmed jî da zanîn ku êdî dema Erdogan bi dawî  hatiye û wiha berdewam kir: “Em daxwaz dikin ku Selahattîn Demirtaş ji gortîgehê derkeve ji Erdogan re êdî bes e. Her dengek ji bo me girîng e. Ji çeteyan û ajan re bes e, bila her kes şiyar bin û li dengê xwe xwedî derkevin. Her dengek wê me ji penaberiyê xilaske.”   Qumrî Qasim jî banga xwedîderketina li dengan li her kesê kir û wiha axivî: “Tiştek nema ku Erdogan bi serê me ne anî, bila her kes hişê xwe bîne serê xwe. Bila her kes destê xwe dayne ser wijdana xwe  û bêjin bes e. Ji bo em vegerin ser axa xwe ji dagirkeriyê re êdî bes e.”