‘Çima tu rayedar nabêjin ewlehiya sindoqan berpirsyariya me ye’ 2018-06-10 09:58:47   STENBOL- Ji Platforma Hilbijartinê ya Adîlane Şukran Dogan bal kişand ser ewlehiya hilbijartinê û got çima tu rayedar nabêjin em ji ewlehiya sindoqan berpirsiyarin.   Ji hilbijartinên 24’ê Hezîranê re 14 roj man û partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û platformên cuda xebatên xwe bê navber dimeşînin. Yek ji van platfomran jî Platforma Hilbijartinê ya Adîlane ye.   Seroka Giştî ya EMEP’ê Şukran Dogan bi lêv kir ku armanca platformê ev e ku dengên tên dayîn bi heman awayî derkevin û wiha got: “Dikare bi hilbijêran re fikar hebin. Armanca vê platformê ev e ku tercîha gel çi dibe bila bibe, terciha wan di sindoqê de derkeve ye.”   ‘Wê xwedî li sindoqan bê derketin’   Şukranê destnîşan kir ku hemû amadekarniyên teknîkî û binesaziyê ji aliyê 4 partiyên di platformê de cih digirin ve tê meşandin û ji bo sindoq di alî muşahîd û peywirdarên sindoqê de vala nemînin xebat tên meşandin û got : “Salnameya der barê peywirdaran de temam bûye. Xebatek girîng hat meşandin. Niha ji bo dibistanan muşahîd tên peywirdarkirin.”   ‘Her cureyê tedbîrê hatiye girtin’   Şukranê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li dijî binpêkirinên mafan ên roja hilbijartinê jî hem piştgiriya hiqûqî û hem jî ji bo bigihêje ber destê çapemeniyê organîzasyon hatine kirin û ji bo parastina sindoqan her cureyê  tedbîrê hatiye girtin. Her wiha da zanîn ku sazî jî divê berpirsiyariya ewlehiya sindoqan bigirin.