Li Bakurê Sûriyeyê bîranînên 40 sal berê yên dîrokî 2018-06-10 09:31:30   Devrim Amed   QAMIŞLO-Suriya Hesen da zanîn ku bingehê şoreşa li Bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê gelan ve pêk hat, 40 sal brê ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye danîn û naskirina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot.   Suriya Hesen ya niha 80 salî ye diyar kir ku wê di wan deman de Abdullah Ocalan nas kiriye û wiha got: “Ez wisa bi bandor bûm ku, min xwest zarokên min jî tevlî têkoşîna şoreşê bibin.   Suriyayê daxuyakirin ku ji bo Abdullah Ocalan nas bikin di 1980’ê de komek çûne Newala Beka û ew roj wiha vegot: “Em komek ku ji jin û mêran pêk dihatin çûn dîtina wî. Bi me re civîn çêkir. Axaftinek bi bandor bû. Em rojekê li wir man û salek şûnde dîsa çûn. Di çûyîna duyemîn de pir qerebalix bû. Rêbertiyê li ser pisgirêka jin û welat nîqaş dabû destpêkirin. Tiştên wê rojê min bihistin hîna li ser jiyana min bandorê dikin.”   ‘Min xwest jiyanek bi wate a zarokên min hebe’   Suriyayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku piştî Abdullah Ocalan dîtiye şûnde bi awayekî aktîf tevlî xebatan bûye û kurekê xwe jî di têkoşîna şoreşê de winda dike. Suriya wiha dirêjî da axafitna xwe: “Kurekî min di vê têkoşînê de birîndar bû. Çar zarokên min hene. Min çar jî dan têkoşîna şoreşê. Her du jî hîna têdikoşin. Ez dema çûm cem serokatiyê min got sê zarokên min çûne ez dixwazim yê 4’emîn jî bidim. Keniya û got sê heb besin. Min xwest jiyanek wan a watedar hebe.”   ‘Em hişyar kirin’   Suriyayê bal kişand ser guherîna xwe û ev tişt bi lêv kir: “Wê demê em ne xwedî hişmendî bûn. Piştî ez çûm cem serokatiyê hişmeniya min pêş ket. Dema bi mirovan re diyalog çêdikir gelek mutevazî bû. Ew Rêberekî rastîn bû. Tecrîda li Îmraliyê me gelek xemgîn dike û hêrsa me mezin dike. Rêbertiya me ji ber em parastine di bin tecrîdê de ye. Ew ketiye dil û mêjiyê me.”