Kongreya Star li Şehbayê daxuyanî da 2018-06-09 14:47:05   ŞEHBA - Kongreya Star ji dadgeha cinaî ya navneteweyî daxwaz kir ku komîteyek ji bo şopandina rastiya û belgekirina sûcên Artêşa Tirk a derheqê gel û jinên Efrînê de ava bike. Kongreya Star da zanîn ku hin jimartin binêkirinên dewleta Tirk belge dikin.   Kongreya Star di çarçoveya hemleya ku bi diruşma "Ji bo jinên Efrînê serî hildin" daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ji hemû rêxistinên mafê mirovan ên navneteweyî hat xwesitn ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bisekinin. Daxuyanî li gundê Xirêbka ya navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê hat xwendin.   Jinên ku beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn ala sembola Kongreya Star û pankartên bi nivîsên "Na ji binpêkirinên derheqê zarok û jinên Efrînê re, Erdogan kujerê jinan e, Gelo hûn qîrîna jinên Efrînê dibhîsin" vekirin.   Daxuyanî bi zimanên kurdî, erebî hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat e gotin ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê Efrîn bû bargeha bi ewle ku welatiyên ji hemû herêmên Sûriyê pêşwazî kir û wiha dom kir:"Dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir, di encamê de bi hezaran welatiyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin. Artêşa Tirk binesaziya herêmê û cihên dîrokî hedef girtin, her wiha cihê oldarî jî hedef girtin."   Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk binpêkirinên xwe ji dizî, talan, revandin û destdirêjiyê didomînin û wiha dom kir: "Beriya niha wiha bi gundên Şehbayê jî kirin. Welatiyên Efrînê neçar kirin ku malên xwe terik kirin.   Jinan di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku dewleta Tirk û komên girêdayî wê binpêkirinên xwe didomîn in û ji Dadgeha Cinaî ya navneteweyî daxwaz kirin ku komîteyeke ava bikin û binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê belge bikin, her wiha zextê li dewleta Tirk bikin ku dawî li kiryarên xwe bînin.