Li Tirkiyeyê her sal 8 hezar zarok bi îstismara zayendî rû bi rû dimînin! 2018-06-09 12:34:50   STENBOL – Komîsyona Mafê Zarokan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê raporek weşand û got ku ji dema AKP hatiye ser desthilatdariyê di 16 salan de 440 zarokên di bin 18 salî de welidîne. 15 hezar 937 zarokên di bin 15 salî de jî rastî îstîsmara zayendî hatine û derbasî qeydan bûne.    Komîsyona Mafê Zarokan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li avahiya Şaxa Odeya Mîmaran a Buyukkentê sempozyuma bi sernavê “Rojeva me zarok in û zarok mafdar e” li dar xist. Sempozyum dê du rojan dewam bike. Wê li ser mijarên mîna zarokên karker, şer û zarok, zimanê dayikê û perwerdehî, STK û ragihandina tecrübeye bên nîqaşkirin. Li salonê pankartên “Zarok bêdeng dikin tu bêdeng nebe”, “Ne zarokan tarîtiyê heps bikin” û “Zarokên sûcdar nînin, zarokan diajon nav sûc” daliqandin û navê zarokên di bin çavan de winda bûn daliqandin.    Sempozyumê bi xwendina rapora binpêkirinê ya ku Komîsyona Mafê Zarokan amade kiribû dest pê kir. Endama Komîsyonê Zelal Coşkun xwend.    Zelal Coşkun bi daneyên îstîsmarê dest bi xwendina raporê kir û wiha got: “Daneyên Edaletê derdixe holê ku salê nêzî 8 hezar zarok rastî îstîsmara zayendî tên. Li gorî rapora ECAPT’ê ya 2015’an a Rapora Tirkiyeyê zarok li Tirkiyeyê herî zêde zarok rastî tundiya îstîsmarê tên. Tirkiye di mijara îstîsmara zarokan a cîhanê de di rêza sêyemîn de ye. Li gorî daneyên TUÎK’ê di 10 salên dawî de 482 hezar û 908 zarokên keçik bi destûra dewletê zewicandin. Di 6 salên dawî de 142 hezar û 298 zarok bûn dayik û beşek mezin a van zarokan bi mhera mele ango olê hatin zewicandin. Ji roja AKP di 2002’an de hatiye ser kar heta roja îro zarokên temenê wan di bin 18 saliyê de 440 hezar zarok welidîn. 15 hezar 937 zarokên di bin 15 salî de jî rastî îstîsmara zayendî hatine û derbasî qeydan bûne.”    Zelalê daneyên Wezareta Dadê jî parve kir û got kul i gorî daneyên 2015’an di salekê de 17 hezar dozên îstîsmarê vebûne û ji sedî 45’ê van dozan bi mahkûmiyetê bi encam bûne.    Zelalê rapora zarokên karker jî ragihand û da zanîn ku ji her 10 zarokên xebatkar 8 ji wan derveyî qeydan dixeibtin û di 2018’an de sê zarokên temenê wan 15, 16 û 17 salî dema dixebitin jiyana xwe ji dest dan û her sê zarok jî karkerên çandiniyê yên demsalî bûn.    Zelalê destnîşan kir ku ji ber zewaca zarokatiyê zarok nikarin perwerdehiya xwe dewam bikin. Zelalê bal kişand ser zarokên girtî û got ku nêzî 700 zarok girtî ne.    Sempozyum bi sernavê “Zarokên karker” didome.