‘Em ê atolyeyên ji bo zarokan bidin berdewamkirin’ 2018-06-09 09:05:32   Rojda Aydin   AMED - Mamosteya pêşdibistanê û Koma Bîskîletê ya Zarokan  Mehtap Alîşan, derbarê atoleyeyan û Mihrîcana Zarokan de axivî. Mehtap, diyar kir ku zarokên tevlî atolyeyan bûne li gor sala borî gelek gûherîne û vê  gûherînê jî ew kêfxweş kirine.   1’emîn Mihrîcana Zarokan a Amedê ku di 27’ê Gulanê de bi pêşengiya Şanoya Bajêr a Amedê dest pê kiribû û di 4’ê Hezîranê de bi dawî bûbû  ji 2 beşan pek hatibû. Di beşa 1'emîn de ji bo zarokan perwerdehiya mîm, drama, kûkla û hûnerê hat dayîn û zarokan gelek berhem hilberandin. Di beşa duyemîn de jî berhemên ku ji aliyê zarokan ve hatibûn amadekirin, hatibûn pêşkeşkirin.   Mamosteya pêşdibistanê û Koma Bîskîletê ya Zarokan  Mehtap Alîşan  derbarê atoleyeyan û Mihrîcana Zarokan de axivî. Mehtap anî ziman ku sala borî dîsa di navbera mehên gulan û hêzîranê de hatine Amedê û atolyeyên zarokan  li dar xistine. Mehtap, got ku bi zarokan re bi materyalên bermahî pêlîstok û tiştên cûda çêkirine û ev tişt got: “Me berê dîsa li vî derê bi zarokan re xebata atolyeyê li dar xist. Me atolyeyên wek kûkla, materyalên bermahî vegûherandin, sînema û heykel vekiribû. Pêvajoya sala borî bi rastî jî gelek zemet bû. Ji ber ku şer hîn nû diqediya û bandora şer gelek li ser zarokan hebû. Ji ber şer derûniya zarokan xirab bûbû. Ev rewş jî ji aliyê têkiliyê ve ji me re gelek zehmet dibû. Sala borî me di atolyeyên xwe de  materyalên bermayî veguherandin û ji wan pêlîstok çêkirin. Dema me ji zarokan re digot pêlîstokan çêbikin zarok toma, çek, xaniyên hilweşandî, kesên di kolanan de jiyana xwe dest dabûn çêdikirin. Dema me li enstrumanan dida  zarok digot dengê çekan tê. Derûniya zarokên Sûrê gelek xirap bûbû. Şerê ku li Surê dest pê kiribû bandoreke mezin a neyînî li ser zarokan kiribû.”   ‘Xeyalên zarokan gelek berfireh in’   Mehtap, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku atolyeyên îsal ji bo zarokan vekirine ji atoleyeyên mîm, drama, kûkla û hûnerê pêk tê û wiha got: “Min îsal di atoleyeya hûnerê de bi zarokan re xebat dikir. Di vî atolyeyê de me ev tişt feqr kir; zarok ne wek salên borî bûn. Ji ber ku zarok di sala borî de bi me re nikaribûn bi rehetî bikevin têkiliyê. Di van atoleyeyan de zarokên ku di sala borî de tevlî atolyeyan bûbûn îsal jî tevlî bûn û ev jî ji bo me alternatîfek bû. Zarokên ku nû jî dest pê kirin li gel hev gelek  rehet bûn. Her wiha atolyeya me ya îsal gelek baş derbas bû. Zarokên ku sala borî tevlî atolyeyan bûbûn tişta ku fêr bûbûn jî bîr nekirine û tîşat hîn bûbûn fêrî hevalê xwe dikirin. Zarok fikrên xwe bi hev re parve dikin û ev tişt jî me gelek kêfxweş dike. Xiyalên zarokan gelek berfireh in.”   ‘Dema me pêşangeh vekir zarok gelek kêfxweş bûbûn’   Mehtap, di dirêjiya axaftina xwe de got ku îsal ji bo zarokan hefteyek atolyeyên cuda li darxistine û bi zarokan re xebatên xwe meşandine û  wiha pê de çû: “Me hefteyekê dî atolyeyan de berhem çêkirin. Piştre me pêşangeha berhemên zarokan vekir. Di vê pêşangehê de ne bitenê berhemên îsal çêkiribûn, berhemên ku me di sala borî de çêkiribûn jî hebûn. Dema me pêşangeh vekir zarok gelek kêfxweş bûbûn û ji aliyekî ve jî kelecanî bûn. Ji ber ku ji derve gelek kes tevlî pêşangehê bûn. Divê atolyeyê de li şûna toma û çekan zarokan ajal û kulîlik çêkirin. Dema ku me pêşangeh vekir zarokan berhemên xwe nîşanî hev didan.”   'Sala bê jî em ê mîhrîcanê li dar bixin’   Mehtap, di dawiya axaftina xwe de got ku wê xebatên ji bo zarokan di demên pêşiyê de jî berdewam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Du sal e em tên Amedê û atolyeyan li dar dixin û me tu carî ne digot ku bila biqede û em biçin. Atolyeya zarokan kêfxweşiyê dida me. Em ê di demên pêşiyê de carekedin ji bo zarokan atolyeyên bi vî awayî li dar bixin. Mihrîcana zarokan gelek xweş bû. Em difikirin ku ji bo sala bê carekedin mihrîcana zarokan li dar bixin. Her wiha em ê xebatên atolyeyan ji bo zarokan bidin berdewam kirin.”