ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-09 09:00:00   *Hevseroka Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk a Kantona Hesekê Albîn Ehmed diyar kir ku ew li dijî zewaca bi zarokatî têdikoşin û got:"Ji bo pirsgirêkên jinê bê çareserkirin em dixebitin. Çimkî çareserkirina pirsgirêka jinê, çareserkirina pirsgirêka civakê ye."  BI DÎMEN   *Jinên Êzidî yên Şengalê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin:"Azadiya Abdullah Ocalan azadiya jinê ye. Divê demildest tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe."   *Hilbijartina pêşwext ku bi biryara tifaqa AKP-MHP'ê  wê di 24'ê Hezîranê de pêk were, xwe dispêre kaos, aloziya siyasî, aborî û dîplomatîk. Tifaqa ku serî bi kaosan dernexist biryara hilbijartina pêşwext da. Heger tifaqa AKP-MHP'ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bi ser bikeve, ew ê pergala xwe ya olperest û zayendperst mayinde bike. Heger têkoşîna demokrasiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li ser esasê parastina mafê jinê û wekheviyê hatiye avakirin, bi ser bikeve wê guhertinek gelek girîng di dîroka Tirkiyeyê de çê bibe. Bi taybet jî dê ji bo jinan guhertinek girîng çê bibe. JI PÊNÛSA JINÊ   *Daxwaza zarokên koçber ên Mexmûrê Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û vegera welatê kû qet nedîtine û lê nejiyane ye.   *Mamosteya pêşdibistanê û Koma Bîskîletê ya Zarokan  Mehtap Alîşan, derbarê atoleyeyan û Mihrîcana Zarokan de axivî. Mehtap, diyar kir ku zarokên tevlî atolyeyan bûne li gor sala borî gelek gûherîne û vê  gûherînê jî ew kêfxweş kirine. DÎMEN HEYE   *Jinên Mersînê tecrîd wek ‘şerma ahlaq û demokrasiyê’ bi nav kir û gotin yekane bersiva li dijî tecrîdê ev e ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de rolek çalak bê lîstin. DÎMEN HEYE   *HDP li Konyayê ji xwe bawer e.  Berna Çelîk a namzeta HDP’ê ya Konyayê ye û eleqeyek mezin ji jinan dibîne, wiha got: “Em jin divê mil bidin hev, hêza xwe bikin yek û dakevin qadên azad. Enqere di alî kîlometre de ji me ne dûr e.” DÎMEN HEYE   *Koordînatora perwerdeyê ya Mordem Sanat Gulîdar Gurbuz diyar kir ku armanca wan ev e ku taybetiya terapî ya hunerê bi kar bînin û piştgiriyê bidin pêşketina wan a civakî. DÎMEN HEYE   *Guler Erat û Mizgîn Yaman ku ji çar jinên di ‘Xwarinên malê yên Morjînê’ de dixebitin, namzetên HDP’ê ne.  Mizgîn ji hunermendên NÇM’a hat girtin û Guler jî jinek ji komkujiya Mereşê xilas bûye. DÎMEN HEYE   *Namzeta HDP’ê ya Îzmîrê Ayşe Yilmaz diyar kir ku wê HDP gelek tiştî biguhere û got wek 7’ê Hezîranê bikin wê ew jî li kolanan bin. DÎMEN HEYE   *Yek ji rêxistinên jinan SKM’ê piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê daxuyand û diyar kir ku divê ev pergal biguhere û jin biçin ser sindoqan. DÎMEN HEYE   *Başak Demîrtaş diyar kir ku nasnameyek wê ya serbixwe heye û ev jî wek ‘jinek Kurd, kedkar, demokrat û welatparêz’ bi nav kir û wiha got: “Em bejna xwe li ber tu otorîteyan natewînin. Em berxwe didin. Em xwedî hişmendiyek azad in û em ê mafê xwe bi berxwedana xwe bigirin dest.”