Halîme Işik ev du roj in di bin çavan de ye 2018-06-08 12:45:52   MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Halîme Işik (67)  bi hinceta derbarê wê de biryara girtinê heye li gel pirsgirêkên wê yên tendirustiyê ev du roj in di bin çavan de tê girtin.    Dayika Aştiyê Halîme Işik (67) ku di encma serdegirtina mala xwe ya li taxa Trafo ya Mêrdînê hat binçavkirin de du roj in di binçavan de tê girtin. Helîme ya ku bi hinceta derbarê wê de biryara girtinê heye du roj in di binê çavanda tê girtin û ji ber temenê wê yê mezin tendirustiya wê nebaş e û dermanan bi kar tîne dermanê wê duh radestî wê kirin. Helîme ya ku bi parêzerên xwe re hevdîtin kir anî ziman ku ji ber komîsyoneke bêrê li taxê hatibû avakirin tê darizanadin.