Xebatên Kongreya Star ên li Şehbayê didome 2018-06-08 10:33:19   Lîlav Elî-Tolîn Mihemed   ŞEHBA - Rêxistina jinê ya Kongreya Star çawa ku li Efrînê xebatên xwe dikir niha jî li kampên Şehbayê xebatên xwe dewam dike. Têkildarî vê mijarê Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Hesine Hesen wiha got:"Tevî hemû zor û zehmetiyan em ê xebatên xwe û rêxistinbûyina xwe bidomînin."   Piştî êrîşên dewleta tirk û OSO'yê gelê Efrînê ji bo ewlehiyê derbasî kantona Şehbayê bûn û niha li wir têkoşîna xwe didomînin. Kongreya Star xebatên xwe yên ku li Efrînê dikirin niha li kampên Kantona Şehbayê didomînin. Têkildarî vê mijarê Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Hesine Hesen wiha got:"Bi piştgirî û hêza jinê li kampên Şehbayê me bê navber xebatên xwe domand û em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin."   Hesine Hesen wiha got:"Me li kampên Şehbayê bi piştgiriya jinan Komîteya Silhê, Komîteya Jinên Ciwan, Mala Jinê ava kirin. Me xwest jin di van komisyonan de di bin sîwana wekheviyê xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe bidomînin. Jinên Kampê bi dilekî germ beşdarî xebatan dibin û serî li dijî desthilatdaran natewînin û berxwe didin."   'Divê jin di nava çar dîwaran de asê nemînin'   Hesene Hesen da zanîn ku divê jin di nava çar dîwaran de asê nemîne û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Jinên li kantona Şehbayê divê xwe bi rêxistin bikin û hemû beşdarî xebatên ku wan ji çewisandinê diparêzin, bibin."