30 herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin 2018-06-08 10:19:18   COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê, 30 herêm bi hinceta “Herêmên Ewlekariya Taybet” 15 rojan li welatiyan qedexe kir.   Walîtiya Colemêrgê, bi hinceta “Herêmên Ewlekariya Taybet” 30 herêm ji bo 15 rojan li ketin û derketin sivîlan qedexe kirin. Walîtiyê derbarê qedexeyê de daxuyanî da û got: “30 herêmên ser sînorên navçeya Gever, Şemzînan, Çelê û navenda Colemêrgê, ji ber ewlekariya taybet ji 08 û 22’yê Hezîranê ketin û derketina herêmê  hatiye qedexekirin.”