Nesrîn Dawud: Em bi dilê germ ê Ş.Lêgerîn Çiya xizmeta gel dikin 2018-06-08 10:09:41   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Li nexweşxaneya Til Temira Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAÎŞ'ê ve teqîn pêk hatibû û nexweşxaneya Til Temirê hatibû hilweşandin. Dewsa nexweşxaneya ku hat hilweşandin, di 4'ê Nîsana 2018'an de Nexweşxaneya bi navê Şehîd Lêgerîn Çiya hatibû çêkirin. Endama Rêveberiya Nexweşxaneyê Nesrîn Dawud têkildarî xizmeta nexweşxaneyê de axivî û got:"Em hewl didin ku bi xizmeta xwe gelê xwe ji nexweşiyan biparêzin. Xizmeta me ya ji bo gel didome û bi vî awayî têkoşîna me ya li dijî çeteyên dijmirovatiyê jî didome."   Li nexweşxaneya Til Temira Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAÎŞ'ê ve teqîn pêk hatibû û nexweşxaneya Til Temirê hatibû hilweşandin. Dewsa nexweşxaneya ku hat hilweşandin, di 4'ê Nîsana 2018'an de Nexweşxaneya bi navê Şehîd Lêgerîn Çiya hatibû çêkirin. Endama Rêveberiya Nexweşxaneyê Nesrîn Dawud têkildarî xizmeta nexweşxaneyê de axivî û got:"Bi êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê û OSO'yê em tu carî serî natewînin. Em ê her dem di xizmeta gelê xwe de bin û têbikoşin."   Nesrîn Dawud got:"Heta niha me bi hezaran gel li vê nexweşxaneyê derman kiriye û em ê xizmeta xwe ya ji bo gel dewam bikin. Ew çiqas xeta bikin em ê ewqas çê bikin û berxwe bidin. Em bi dilê germ ê Şehîd Lêgerîn Çiya xizmeta gel dikin."    'Lêgerîn Çiya xwedî dilekî germ û hêviyek mezin bû'   Nesrînê da zanîn ku wan navê şervana Enternasyonalîst Lêgerîn Çiya (Alîna Sanchez) ya ku ji Arjantînê bû li nexweşxaneyê kirine û got:"Lêgerîn Çiya xwedî dilekî germ û hêviyek mezin bû. Wê ji dil û can xizmet ji gelê Kurd dikir. Em ê jî bi heman hestiyariyê û şêwazê xizmeta gelê xwe bikin. Em ê hewl bidin ku em bibin layiqê keda Lêgerînê."   'Nexweşxane û dermangeh her dem di xizmeta civakê de ye'   Xebatkara beşa Dermangehê Malva Hesen jî wiha got:"Em li vir ji dil û can xizmeta gelê xwe dikin. Nexweşxane û dermangeh her dem di xizmeta civakê de ye."   'Em erkên xwe yên mirovî pêk tînin'   Nofa Îbrahîm a ku di beşa zarokan de dixebite jî wiha got:"Zarok siberoja civakê ye. Loma li vê nexweşxaneyê em bi taybetmendiyek cuda li zarokan dinêrin û xizmetê ji wan re dikin. Em ê heta dawî hewl bidin ku di asta herî jor de xizmetê ji zarokên xwe re bikin."   Her wiha jina Ereb a bi navê Meryem Mehmûd jî ji bo xizmeta bijîşkên Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn Çiya kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiyê xwe pêşkeş kir.