'Jinên Kurd her dem serî li dijî dagirkeriyê û zilmê rakirine' 2018-06-08 09:08:19   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Cîgira Desteya Jinê ya Kantona Kobanê Almaz Ronî têkildarî talankirina li Efrînê hat kirin û jinên li Efrînê hatin revandin axivî û  got:"Jinên Kurd her dem serî li dijî dagirkeriyê û zilmê rakirine û li çand, ziman, dîrok, hunera xwe xwedî derketina loma her dem hedef hatine girtin. Tevî hemû zordestiyan jinên Kurd ew ê tu carî serî netewînin."   Li dijî êrişîn dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê gelê Efrînê 58 rojan li berxwe da û mohra xwe  li dîrokê xistin. Li Efrînê jinên Kurd serî netewandin û berxwe dan. Ji ber ku jinên Kurd li ber xwe dan û serî netewandin hinek jê li Efrînê hatin revandin. Têkildarî vê mijarê Cîgira Desteya Jinê ya Kantona Kobanê Almaz Ronî got:"Ji ber ku jina Kurd li Reqa, Minbic û li Efrînê berxwedanek bê hempa li dijî dagirkeran û çeteyan nîşan dan loma hedef tên girtin. Lê tu kes ew ê nikaribe vîna jina Kurd teslîm bigire."   Almaz Ronî diyar kir ku jin li Efrînê di bin zext û zordestiyê de dijî û got:"Erdogan got em ê demokrasî û aştiyê bîne Efrînê lê niha çeteyên OSO'yê li Efrînê zext û zordestiyê li jinan û gel dikin. Dixwazin gel li gor rêgezên şerîatê bi rê ve bibin û jinê di nava çar dîwaran de veşêrin. Ev tundiya ku li Efrînê li ser jinan tê kirin rastiya zihniyeta dewleta tirk a faşîst derdixe holê."   'Xwestin di kesayeta jinên Efrînê de îradeya hemû jinan bişkînin'   Almazê da zanîn ku heta jin azad nebe dê civak jî azad nebe û wiha berdewam kir:"Bi revandin û tundiya li ser jinê, zilm û zordestî li ser civakê jî tê kirin. Erdogan li Efrînê xwest ku di kesayeta jinên Efrînê de hemû jinan dîl bigire û îradeya wan bişkîne. Lê jina Kurd serî netewand û natewînin."   'Ew ê negihêjin armanca xwe'   Almazê da zanîn ku dê dewleta tirk bi êrîşên li ser jinê û îradeya gelan negihêje armanca xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Jina Kurd hêza xwe ji rabirdûya xwe, ji dîroka xwe ya xurt digire loma ew ê tu carî teslîmî zihniyeta baviksalarî û faşîzmê nebin."