TJK-E: Dengê me wê dîktator têk bibe û em ê teqez biçin ser sendoqê 2018-06-07 14:23:39   NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’yê bal kişande ser giringiya dengên li Ewropayê û bang li hilbijêran kir ku biçin ser sendoqê. TJK-E’yê got, ‘’Her dengekî me li dijî tifaqa komkuj a faşîst a AKP-MHP wê bibe derbeke giran û dîktator bîne xwarê.’’   TJK-E’yê  derbarê girîngiya bi karanîna dengên li Ewropayê daxuyaniyek da û bang kir ku divê hemû Kurdistanî, dostên wan û alîgirên demokrasiye  ji bo ku tifaqa faşîst a AKP-MHP were xwarê dengê xwe bidin HDP’ê û Demîrtaş.   ‘Her dengek li dijî faşîzmê ye’   TJK-E’yê bal kişande ser giringiya dengan û got, ‘’Her dengê ku em ê bidin, wê têkoşîna azadî û demokrasiyê geş bike, li dijî tifaqa faşîst û komkuj a AKP-MHP’ê bibe derbeke giran û dîktator bîne xwarê. Îro tekana alternatîfa li dijî vê tifaqa faşîst, nûnertiya hemû beşên civakê, dengê gel, dilê gel HDP ye. Ji bo vê jî rola HDP’ê kilîd e. Her dengê ku ji HDP’ê û namzetê serokkomariyê Rêzdar Selahattîn Demîrtaş re çûyî wê bibe dengekî li dijî faşîzmê.’’   ‘Tenê HDP dikare’   TJK-E’yê bang li gelê Kurd, jin û dostên Tirkiyeyî, alîgirê demokrasiyê kir, ji bo ku HDP bendê derbas bike biçin ser sendoqê û got ev peyiwerek e û domand, ‘’Ji bo Tirkiye bibe xwedî pergaleke azad, wekhev û demokratîk divê dengê xwe bidin HDP’ê. Tekane hêza ku wê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bîne xwarê HDP ye.’’   ‘Divê her kes denge xwe bi kar bîne’   TJK-E’yê herî dawî bi bîr xist ku heta 19’ê Hezîranê li Ewropayê deng dikarin werin bikaranîn û dengê ku neyê bikaranîn wê were maneya deseta li rejîma Erdogan, faşîzmê geş bike û li ser civakê bibe şer, mirin, zext û zordarî û got, ‘’Di serî de jin divê hemû gelê me bi rihekî seferber bûyî xwe bigihîni her kesî û em dibêjin, ‘’Dengek ji bo HDP dengek ji bo Demîrtaş.’’