Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê dan 2018-06-07 14:06:07   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 762’yemîn serî li Serdozgeriya Bursayê dan.   Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Newroz Uysal û Muharrem Şahîn ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 762’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Hevdîtina parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 761 car bi hincetên cuda hat redkirin.