Xwendekarên hatin tehliyekirin: Em bi hêztir bûn 2018-06-07 09:11:20   STENBOL - 4 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên jin ku ji Girtîgeha Bakirkoyê hatin Tahliyekirin, ji aliyê malbat, heval û akademîsyenan ve bi kulîlk û çepikan hatin pêşwazîkirin. Xwendekaran got ku ew bi hêz ji girtîehê derketin, ne poşman in û ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.   Berî bi 3 mehan 4 jê jin 14 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ji ber ku gotin "Şêraniya dagirkirinê nabe" hatibûn girtin.  Xwndekarên ku derbarê wan de doz hat vekirin û girtî dihatin darizandin daneşîna doza wan a 1'emîn li 32'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin û xwendekar hatin tehliyekirin. Xwndekarên ku hatin tehliyekirin li ber deriyê girtîgehên ku jê hatin tehliyekirin ji aliyê heval, malbat û akademîsyenan  ve bi çepik û kulîlkan hatin pêşwazîkirin. Ji xwendekarên ku hatin tahliyekirin Sevda Ozturk û Yaren Tuncer ku ji Girtîgeha Bakirkoyê hatin tehliyekirin ji ajansa me re axivîn.   Sevda diyar kir ku ew careke din têgihîştine ku çiqasî bi hêz in û ev tişt got: "Ev em ji kesên ku ji her aliyê cîhanê ji bo me name şandin û em tenê nehiştin re spas dikin .Em ji girtîgehê bi hêz derketin.    'Em ne poşman in'   Xwndekara bi navê Yaren Tuncer a 18 salî jî got ku ew ji hemû kesên ku ew tenê nehiştine re spas dikin û wiha got: "Bila bizanibin ku li girtîgehê tiştekî mirov jê bitirse tune ye. Mirov jiyana hevpar hîn dibe û bi hêztir dibe. Ez ne poşman im. Ez ê bi heman awayî rêya xwe bidomînim."