Doza li şîrketên sîgortayê hatiye vekirin hat redkirin 2018-06-07 09:02:46   MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî qedexeyên derketina derve di pevçûnan de hemû xanî bi kepçeyan hatibûn hilweşandin. Malbatên ji bo pereyên xaniyên xwe bigirin li şîrketên sîgorteyê doz vekirin, doza wan ji aliyê Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Nisêbînê ve hat redkirin.   Li Nisêbîna Mêrdînê du sal berê piştî îlankirina rêveberiyên xweser qedexeyên derketina derve hatin îlankirin û di pevçûnan de bi hezaran xanî hatin hilweşandin. Xaniyên di pevçûnan de bi bombeyan hatin texrîbkirin bi kepçeyan jî hatibûn hilweşandin. Welatiyan piştî hilweşandinê ji bo tezmînata xaniyên xwe bigirin  serî li şîrketên sîgoteyan ên girêdayî wane dan. Şîrketan bersiva ‘dewlet destûra dayîna pereyan nade’ dabûn û li dijî vê yekê malbatan doz vekirin.   Bersiva daxwaznameyên malbatan şandibûn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Nisêbînê  û pereyê dihat xwestin hat dayîn. Di biryara bi hincet a ji malbata ku îtîraz kiribû re hatiye şandin de hat diyarkirin ku yê doz vekiriye, ji xendekên li navçeyê hatine kolan agahdar in û ji ber ev agahî nedaye şîrketa sîgorteyê, şîrket ne berpirs e ku tezmînatê bide. Di biryarê de hemû lêçûnên derbarê dozê de jî li kesên doz vekirine hat birîn.