ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2018'AN 2018-06-07 09:00:00   *Li Nisêbînê piştî qedexeyên derketina derve di pevçûnan de hemû xanî bi kepçeyan hatibûn hilweşandin. Malbatên ji bo pereyên xaniyên xwe bigirin li şîrketên sîgorteyê doz vekirin, doza wan ji aliyê Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Nisêbînê ve hat redkirin.   *Gola Kuyucuk bi germbûna hewayê re dibe mala bi sedan çûkan. Li gola ku 211 cureyên çûkan heye, dîmenên li wir dertên holê eleqeyek mezin dibîne. BI DÎMEN   *Endama DÎK’ê Munteha Bîldîrîcî  diyar kir ku AKP komkujiyên Îsraîl li Fîlîstînê pêk tîne dike alava hilbijartinê û bi hesasiyeta gel dilîze.    *Ji hilbijartinan re demek kurt ma û di xebatên HDP’ê de pêşengiya jinê balê dikşîne.  Jin diyar dikin ku jiyanek demokratîk bi HDP’ê pêkan e. BI DÎMEN   *Gullu Karadag a yoruka Egeyê ye diyar kir ku ev 90 sale li Tirkiyeyê tu guherîn tuneye û got wê dengê xwe bide HDP’a ku bi pergala hevserokatiyê guherînê pêk tîne. BI DÎMEN   *Dr.Semra Guzel a ji rêza 6’emîn ji HDP’ê li Amedê namzet e  sedema tercîha xwe ya HDP’ê wiha vegot: “Ez li dijî yek rengiyê di nav HDP’a pir reng de cihê xwe digirim.”   *Jinên li dijî polîtîkayên înkar û îmhayên rêbazên parastina cewherî û berxwedan pêş xistin, bi bedenên xwe bersiv dan polîtîkayên faşîst û zayendperest ên AKP’ê.  Di dema ‘rêveberiyên xweser de’ 107 jin ku 78 jê navê wan hat diyarkirin ji aliyê hêzên AKP’ê ve hatin qetilkirin.   *Di çarçevoya hilbijartinên  24'ê Hezîranê de  li her deveran xebatên partiyan bênavber berdewam dikin. Der barê hilbijartinê de Seroka  baskê jinan a  CHP'ê Gûlbeyaz Bîngol axivi Gûlnazê bal kişand ser vîna jinê û got ku di 24 'ê hezîranê dê  Tirkiyeyê  vîna jinan rizgar bike. BI DÎMEN   *Jinên Rojavayê Kurdistanê çanda xwe ya kevnar ku heta vê demê anîne ji dil û can diparêzin û dibêjin ku çanda mirovan nasmeya neteweyîbûnê ye û divê ev nasname di destpêkê de ji aliyê jinan ve bê parastin. BI DÎMEN   *Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê NÇHM'ê ve yekemîn car di roja 1-3'ê Tirmeh'ê de ji bo zarokan wê mîhrîcan were lidarxistin.