Gelan HDP bi coş pêşwazî kir 2018-06-06 16:47:29   NAVENDA NÛÇEYAN -Hevdtîinên namzedên HDP'a Wanê li Qelqelî û li Sarayê veguherîn mîtîngê, li Meletî û Edeneyê jî HDP'ê serdana esnafan kir û bi gel re hatin cem hev.   Namzedên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê  Muazez Orhan, Mukaddes Kaarakoç, Asuman Yelmazer, Murat Sarisaç, Tayyîp Temel û kesên bi wan re li navçeyên Saray û Qelqeliyê ya Wanê bi gel re hatin cem hev.   HDP'iyên ku li Qeqeliyê bi coş hatin pêşwazîkirin bi konvoyeke ku ji gelek wesayitan pêk dihat ber bi Sarayê ve ketin rê .Di rê de jî konvoya DHP'ê ji aliyê kedkarên di nav zeviyan de û gel  ve bi nîşana serkeftinê û bi çepikan hatin pêşwazîkirin.   'Em ê li dijî kuştina jinan têbikoşin'   Piştî ku konvoy li ber buroya hilbijartinê ya li Sarayê rawestiya gelek kesî bi hev re dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" berz kir.  Piştî ku namzedan gel slav kir namzeda HDP'ê Mukaddes Koç axivî. Mukaddest bi silavkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln dest bi axafitna xwe kir û wiha got: "Di serdema AKP'ê de bi hezaran jin hatin qetilkirin. Em ê li dijî qetilkirina jinan têbikoşin."   Piştî axafitnan konvoy ber bi Qeliyê ve ket rê.  Namzedên ku çûn qelqeliyê li wê jî ji aliyê bi sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin.   Ardından HDP'liler Özalp ilçesine konvoy eşliğinde hareket etti. İlçe merkezine gelen adayları burada yüzlerce kişi karşıladı. Sıklıkla "Bijî HDP" sloganı atan Özalplilerin sayısı bir anda binleri buldu. Aday tanıtımının binlerin katılımıyla mitinge döndüğü Özalp'te halkın coşkusu yerlerine kayyım atanan Belediye Eşbaşkanları Handan Bağcı ve Şerafettin Özalp'in halkı selamlamasıyla en üst seviyeye çıktı.    Li Qelqeliyê Tayyîp Temell axivî Tayyîp di destpêka axafitna xwe de 33 kesên ku li Geliyê Sefo jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û helbesta Ahmet Arîf ku li ser vê komkujiyê hatibû nivîsandin jî bi kurdî xwend.   Piştî axaftinan namzedan serdana esnafan kir.    Meletî   Rêxistina HDP'ê ya Meletiyê û namzedên HDP'ê yên Meletyê jî xebatên xwe yên di çarçoveya hilbijartina 24'ê Hezîranê de berdewam kirin. Di çarçoveya van xebatan de serdana esnafên sanayiyê hat kirin .Di serdana ku hat kirin de namzedên parlamenteriyê yên HDP'ê  Yusuf Bozkurt, Jiyan Taş û Kemal Gedîk tevli bûn.   Edene   Li Edeneyê jî xebatên hilbijartinê berdewam kirin û li Seyhan û Ceyhanê serdana esnafan hat kirin.   Amed   Li Amedê jî xebatên hilbijartinê berdewam kirin.   Namzeta HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, Hevseroka HDP’ê ya navçeya Peyasa Amedê Songul Kapanci, rêxistinên navçeya Peyasê û TJA li navçeya Peyasê esnaf ziyaret kirin. Dersîm Dag pirsgirêkên esnafan gûhdarî kir û got ku wê hemû pirsgirêkên gel di meclîsê de çareser bikin.   Her wiha Dersîm Dag wê êvarê tevlî xwarina fitarê ku ji aliyê Egîtîm Senê ve li Salona Dawetê ya Kaplan City tê dayîn jî bibe.   Erzirom   Her wiha li Erziromê jî xebatên hilbijartinê bi şev û roj berdewam dikin. Li gundên Kurtkalmaz, Topçu, Yemlîk, Duatepe, Çûllî, Eyyûba yên navçeya Koprukoy a Erziromê xebatên hilbijartinê hatin kirin. Namzetên HDP’ê yên Erziromê, rêxistinên navend û navçeyê tevlî xebatên hilbijartinê bûn.   Bedlîs   Bi nêzîkbûna hilbijartina 24`ê hezîranê re li Tirkiyeyê û Kurdîstanê xebatên HDP`ê bênavber berdewam dikin. Li navçeya Tetwanê bi pêşengiya jinan û bi tevlîbûna namzeta HDP 'a Bedlîsê Sevda  Tabak Yamaç li gundên Xinzorik  Koto Qemer û Sapurê xebatên hilbijartinê hatin meşandin.   Li her gundekî jinan bi tililiyan HDP pêşwazî kir û li gel govend girtinê dirûşmeyên “Bijî HDP, Bijî Selo” hatin berzkirin.