Ji mudurê girtîgehê tehdît: Em ê vêderê li wwe teng bikin 2018-06-06 16:10:06   STENBOL - Şengul Yuksel ya ku piştî ji girtîgehê hat tahliyekirin ji bo alavên xwe bigire vegeriya girtîgehê  bi muameleya xirab re rûbirû hat hiştin. Şengulê diyar kir ku Mudurê girtîgehê Nedîm Elbîstanli û alîkarê wî Mustafa  bi van gotinan ew tehdît kirine: "Hûnê bibînin. Ji îro û wêde maf hiqû qediyaye. Em ê vêderê li we teng bikin."   Şengul Yuksel ya ku piştî hat tahliyekirin ji bo ku alavên xwe bigire çû girtîgeha Tîpa L ya Bakirkoyê bi muameleya xirab re rûbirû hat hiştin. Şengulê derbarê mijarê de li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku hat dayîn de Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî tevli bû.  Şengul Yuksel a ku di daxuyaniyê de axivî wiha got: "Bila nebêjin ku kesên ji ber fikr û ramanên xwe di girtîgehê de ne bêxwedî ne."   Şengul di berdewamiya axafitna xwe de got ku gardiyan berê di bin kontirola çavdêran de dihat lêgerîn dikirin û di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: "Vê carê wekî ku bên talanê hatibûn û hem û ode belav kiribûn .Gardiyanên mêr û cendirmeyan bi darê zorê li ser jinan lêgerîn kir û alavên me desteser kirin. Bi alavên ku li gorî daxwaza xwe radestî me kirin em ji qawîşê derketin. Vê carê jî em ji aliyê Mudurê Girtîgeha Bakirkoyê ya Tîpa L a Jinan Nedîm Elbîstan û alîgirê wî Mustafa ve em hatin tehdîtkirin û ji mer re gotin 'hunê bibînin. Ji îro û wêde tu maf û hiqûq tune ye. Em ê vêderê li we teng bikin."   'Em banga hestiyariyê dikin'   Şengul a ku banga hestiyariyê kir di berdewamiyê de ev tişt got: "Cezayê ku ku wê li ser girtiyan bê pêkanîn di di hiqûqa hundir û ya navneteweyî de hatiye diyarkirin.  Em bang dikin ku ev pêkanînên dijmirovî li ser girtiyan bên bidwîkirin û bi awayê demokratîk bi girtiyan re têkilî bê dayîn. Em kesên ku ji ber fikr û ramanên xwe û ji bo daxwaza azadiyê girtî ne dibêjin ku berpirsiyarê van pêaknînên dijmirovî Devlet Bahçelî û îkdtîdar e."   'Wê rojekê bên darizandin'   Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî ev tişt got: "Pêkanînên li girtîgehê pêkanînên dij hiqûqî ne. Kesên ji vê berpirsiyar wê rojekê bên darizandin."   Li girtîgehê nexweşî zêde bûye'   Endama SES'ê  ku bi Şengulê re tahilye bû jî diyar kir ku roj bi roj nexweşî li girtîgehê belav dibin û wiha got:"Bi taybetî jî ji ber ku girtî tavê nabînin nexweşiya weremê belav dibe. Di vê demildest şert û mercên li girtîgehan bên guertin."