Namzeta Agiriyê Kezîban: Em ê mafên xwe yên hatine xespkirin şûnde bigirin 2018-06-06 09:01:36   AGIRÎ - Namzeta HDP’ê ya Agiriyê Kezîban Dumlu ya ji rêza çaremîn bû namzet bi salane di têkoşîna siyasî ya Kurd de têdikoşe û diyar kir ku ew ji bo mafên jinan ên hatine xespkirin şûnde bigire wê têkoşînê li meclîsê jî bimeşîne.   Yek ji bajarên ku HDP’ê lê serkeftinên mezin bi dest xistiye Agirî ye. Di dema borî de li Agiriyê sê parlamenter derxist û  niha jî xwe amede dike 4 nûnerên xwe bişînin meclîsê.   Kezîban Dumlu ji HDP’ê ji rêza 4’emîn namzet e û li Bazidê hatiye cîhanê. Sê zarokên wê hene û ji 2008’an heta niha di xebatên partiyê de ye. Kezîban li Bursayê di dema DBP’ê de di rêveberiyê de cih girt û di pêvajoya HDP’ê de jî hevserokatî kiriye. Piştî hilbijartinên 1’ê Mijdarê şûnde demekê li Amedê xebat meşand.   Kezîbanê dema li Amedê xebat dimeşand, hat girtin û piştî hat berdan wek namzeta parlamenteriya Agiriyê di xebatan de cihê xwe girt.   Têkoşîna azadiyê, feodalî şikand   Kezîbanê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê partiya herî demokratîk HDP ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “HDP yekane partiya ku mafê nûneriya wekhev pêk tîne ye. Agirî xwedî taybetiyek feodal e. Şikandina vê pêvajoyek zehmet e. Li herêma Serhedê bi nasnameya jinê têkoşîn bi rastî pir zehmet e. Lê têkoşîna azadiya jinê li herêma Serhedê di feodalîzmê de nermbûnek pêk aniye.”   ‘Ji bo em xwedî li îradeya xwe derkevin divê em têbikoşin’   Kezîbanê destnîşan kir ku ji bo mafên xwe yên hatine xespkirin şûnde bigirin wê têbikoşin û wiha pê de çû: “Piştî em bên hilbijartin hedefên me hene. Em li herêmek ku  li hember jin û zarokan êrîşa zayendî pêk tê û qezencên jinan ji aliyê qeyûm ve hatine xespkirin dijîn. Dema em bikevin meclîsê em ê ji bo mafê jinê û gel têbikoşin."    ‘Wê bersiva herî mezin jin bidin’   Kezîbanê bi lêv kir ku AKP’ê her cureyê şîdetê li hemberî jinan xistiye meriyetê û got di hilbijartinan de rolek mezin dikeve ser jinan û wê jin di 24’ê Hezîranê de bersiva herî mezin bide.