HDP’ê derbarê êrîşan daxuyanî da 2018-06-05 16:27:57   ENQERE - HDP’ê derbarê êrîşên li ser xebatkarên xwe yên partiyê de daxuyanî da û got: “Em êrîşên li ser endamên xwe û xebatkarên partiyên mûxalîf şermezar û lanet dikin.”   Alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên li ser endamên partiyê û êrîşa herî dawî ya li Boluyê pêk hat, şermezar û lanet kir.    Daxuyaniya HDP’ê wiha ye: “Em xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê li gund û bajaran, li kolan û taxan bi biryardarî û coşek mezin li tevahiya Tirkiyeyê birêve dibin. Lê li hin cihan, li dijî xebatkarên me êrîş pêk tên. Êrîşa herî dawî ya li Bolu hat jiyîn, bi zanebûn bûn û dixwazin xebatên me bên astengkirin. Ên van êrîşan pêk tînin em dizanin ji koalisyona  AKP û MHP’ê ne. Gelek caran dibin kontrola hêzên Ewlekawriyê de ev êrîş pêk tên. Ev nêzîkatî nayên qebûl kirin. Em van êrîşan şermezar û lanet dikin.      Em carek din diyar dikin ku em ê derbarê êrîşkaran de serî li kar û barên hiqûqî bidin.”